Bê guman her tiştê ku îro em bixwazin fêhm bikin û bînin ziman, divê serpêhatiya wê ya dîrokî bizanibin. Ji ber ku her tiştê ku îro diqewime ji dîroka derbasbûyî ne qute. Wek Rêber Apo dibêje: “Dîrok di roja me de, roja me jî di destpêka dîrokê de veşartiye.” Destpêkê divê em rola ciwanan a di civaka xwezayî de fêhm bikin. Beriya ku fikra serdest pêşbikeve rola ciwanan û bandoriya wan a li ser civakê di astekî diyarker de dihat dîtin. Bi pêşengî û tecrûbeya jin û dînamîzma ciwanan, civakê jiyana wekhev dida domandin. Ciwan hebûna xwe di civakê de, civakê jî hebûna û pêşeroja xwe di ciwanan de didît. Ciwan li ser çanda dayîksalarî dihat perwerde kirin, her du alî jî di nav hevsengiyekî de hebûna xwe bi wate dikirin. Lê piştî ku bi pêşengiya zilam fikra serdest pêşket bandoriya xwe li ser ciwanan çêkir. Ji ber ku destpêkê li hember civaka heyî ciwan hatin rêxistin kirin. Ev li hemberî civakê hatin bi karanîn û bi vê re çînayetî ket nava civakê. Ciwan dînamîzma civakê ne, civaka ku ciwanên xwe di alîyê fikir de winda kiribe tê wê wateyê ku civak wek bedenek bê ruhe. Rolê ciwanan di civakê de pir girînge, pêwîste ciwan di nava civakê de xwedî li erk û mîsyonên xwe derbikevin. Ciwan çand, exlaq û zimanê wê civakê di xwe de dihewîne. Yanî ciwan di navbera demê derbasbûyî û demê pêş de rola pirekê dileyîze. Çand, ziman û exlaqa civaka xwe temsîl dike û derbasî nifşê nû dike. Ev erka wê/î ya herî esasî ye. Bi taybetî ciwan enerjiya civakê ya ku dihêle jiyan biherike ye. Yanî tecrûbeya mirovên bi emir, bi enerjî û dînamîzma xwe di jiyanê de pratîze dikin û hevdu temam dikin. Di her alî de bê civakê nikare jiyan bike, ji ber ku bê civakbûnê ti wateya wan nîne. Lê di roja me ya îro de bi serdema pergala sermayedar re fikra Lîberalîzm ciwanan ji rastiya wan û civakê dûrxistin. Lîberalîzm xwe di hemû hucreyên civakê û bi taybetî di ruhê ciwanan de bi cih kiriye. Di bin navê azadî û mafê takekesî yê bêsînor de ciwan ji rastiya civaka xwe dûr xistiye. Dibe ku bêje azadî û mafê takekesî yê bêsînor, lê di rastiyê de sînorên di nava pergala sermayedar de bi sînore. Her çiqas Lîberalîzm wek peyv wateya xwe azadî be jî, lê di rastiya xwe de koletî ya herî bê sînore. Her tiştî ji dervayî çand û exlaqa civakê li ser ciwanan wek heqîqeta wî/ê nîşan dide û li ser wê perwerde dike. Niha di vir de pirsa esasî ya ku em bibersivînin û jêre bibin bersiv eve, pêwîste ciwan çi bike û çawa tevbigere? Ger ku ciwan ji nexweşiya vê pergalê xilas nebe, pêşeroja civakê jî dikeve bin metirsiyê. Pêwîstî bi fikir û felsefekî xurt heye ku bikaribe heqîqeta ciwanan dubare zindî bike. Bê guman di dîrokê de li hember vê pergalê hewldanên girîng çêbûne ku ji bo ciwan ji rastiya xwe dûr nekevin, lê jêre nebûne bersiv. Ciwan pêwîste destpêkê heqîqeta xwe fêm bike ku bikaribe rastiya rola xwe ya îro fêm bike û pêk bîne. Di serî de divê çand, exlaq û zimanê civaka xwe temsîl bike û bi awayek tendirûst derbasî nifşê nû bike. Tişta ku îro ji ciwanan tê xwestin xwedî li nirxên xwe yên civakî derketine. Ciwan jî divê li ser vî bingehî were perwerde kirin. Yê ku van tiştan bide fêhm kirin û pêkanîn di serî de perwerdeya malbat û piştre jî ya civakê ye. Civak di şêwegirtina ciwanan de rolekî girîng dilîze. Mîsyona ciwanan a esasî bi derketina Rêber Apo bi wate bû. Rêber Apo di pergala pêşxistî de destpêkê li ser rola jin û ciwanan sekinî û mîsyona herî girîng daye jin û ciwanan. Ciwanan bi îdeolojiya Rêber Apo dubare rastiya xwe fêhm kir û li ser wê têkoşînê dide meşandin. Ciwantiya ku Rêber Apo dibêje ne tenê ya fizîkî ye, yê esasî di aliyê ruh de xwe ji wan hîs bike ciwan e. Her çiqas fizîkî bi emir be jî, lê di aliyê ruhî de ciwan be û xwe her roj nû bike dikare têkoşîn bike. Pêwîste ciwan ji bo nirxên civaka xwe winda neke û ser lingan bihêle, divê bê navber li hember pergala heyî têkoşîn bike. Ev jî xwe rast perwerde kirin û bi tevlîkirina têkoşînê gengaze. Ciwan di ferqa erk û berpirsyartiyên xwe de be, wê bizanibe ku çawa têkoşîn bike. Rêber Apo rê û rêbazên cûr be cûr ji bo ciwanan pêş xistiye. Rêber Apo bixwe jî bi ciwantî dest bi têkoşînê kir û bi rêxistinbûna ciwanan partî ava kir.
Botan Şirnex
0 Yorumlar