Meşek ji metna bi navê ‘Peymana Aştiyê ya Lozanê’ ku 24’ê Tîrmeha 1923’an hate îmzekirin, peymaneke li ser înkara Kurd û Kurdistanê hatiye kirin. Qirkirina fîzîkî û çandî ji aliyê dewletên demê ve weke qilifekê hate lêkirin û hate tescîlkirin. Rewşa herî vekirî ya qirkirin û helandinê ye.
Dewletên
cîhanê li ser bingehê perspektîf, daxwaz û biryarên dewleta Îngîltere ku hêza
demê ya hegonomîk bû, çûn biryaran. Di refên pêş de li gel dewletên Fransa û
Îtalya hevkariya hundirîn kirin, li ser xeta xiyaneta hevpar ketin nava
tevgerê. Piştre bi rêzê ve li ser berjewendî û daxwazên welatên mîna Jeponya,
DYE, Belçîka, Portekîz, Sirbistan, Romanya, Bulgaristan, Yewnanistan, Tirkiye,
Elmanya, Macaristan, Avûsturya bi giştî 25 welatan bazarî hate kirin û bi
biryarên hatin girtin hatin îmzekirin. Piştre jî ji aliyê 25 welatan ve hate
erêkirin û îmzekirin. Li tevahiya cîhanê ji aliyê 50 dewletan ve hate
qebûlkirin, sînorên welatan hatin diyarkirin. Ev menta ku xwe dispêre qirkirin
û îmhaya Kurd û Kurdistanê weke peymaneke navneteweyî, ji aliyê welatên hate
îmzekirin ve hate qebûlkirin û piştraskirin, 6’ê Tebaxa 1924’an jî kete
meryetê. Di serî de dewleta Îngîltere ya mêtinger-qirker a cîhanê
Tirkiye-Îngiltere-Îran, Îngiltere-Iraq, Fransa-Sûriye, Ermenistan SSCB hêzên
hevkarên herêmî û hevkariya xiyanetkaran, Qirkirina Kurdan ji bo berjewendiyên
xwe yên pragmatîkî xistin meryetê, ji bo Kurdên ku teslîm nabin, serî
netewînin, qedera xwe ya jiyînê tayîn dikin layîq dîtin; bû qirkirin. Bi vî
rengî Qoça-defika Kurd (Kürt Kapanı) pêk anîn û navê wê jî kirin ‘Peymana
Aştiyê’.
Qoça-defika
Kurd û komkujiya ku bi pêhateya desthilat-dewletê re heta van dused salên dawî
veguherî qirkirinê. Lê dewletên cîhanî hinek deman ketin rewşa
bêdeng-temaşevan, bûn sê meymûn. Carnan jî bi hev re komkujî û qirkirin pêk
anîn. Bi ‘Peymana Aştiyê ya Lozanê’ re veguherî qirkirin û jenosîdê, fermî bû û
dewletên cîhanê bûn hevkarên vê. Kurdên serî netewandin, nebûn hevkar û xiyanet
nekirin, bi qirkirina fîzîkî û çandî re hatin derbaskirin.
Divê ev
yek baş bê zanîn; yên li gel ‘Peymana Aştiyê ya Lozanê’ îmze kirin re tevger
dikin, çi çepgir û çi jî rastgir be, her çendî bide nîşandan ku girêdayî
pîvanên demokrasî, rêz ji mafê mirovan re digire û li gorî pîvanên hiqûqa
navneteweyî tevger dike jî, hemû dewlet û kes ji qirkirina Kurdan berpirsin.
Ev
qirkirin ne tenê li ser Kurdên ku serî netewandin, biyaniyên nasname û rastiya
çanda xwe bûn, li ser hemû Kurdan bûn. Ji ber ku ji bo hêzên hegemon û mêtinger
gotina ‘Kurdê baş, Kurdê mirî ye’ esas bû. Ji ber ku yên xwedî vîn û azadî, yên
jiyaneke demokratîk tercih dikir û dixwestin di çarçoveya xweseriyê de bi rê ve
biçin bihata qirkirin, piştre jî wê dor bihata hêzên hevkar û xiyanetkara jî.
Mîna gotina helbestvanê navdar ê Elman Bertolt Brecht gotî; ‘Nazî hatin min
bibin, dema li xwe vegeriyam kes tinebû, tu kes nebû ku xwedî li min derkeve.
Ji ber ku ez li kesê xwedî derneketibûm.’ Bi taybet divê hevkar û xiyanetkar
baş zanibin, yên ku ji bo Naziyan bûyî amûr, wê ji xwarina ser sofreya wan xwe
xilas neke.
Çêkerên
hegemon, dewletên faşîst û mêtinger tişta ku dibêjin nûjenî, bi dehan carî li ber
çavan re borandin, xistin meryetê. Ji serhildana Mehmûd Berzencî bigire heta
Serîrakirina Şêx Seîd, ji Serhildana Agirî bigire heta Komkujiya Dêrsimê, ji
qirkirina Enfalê bigire heta roja me ya îro xeleka qirkirinê ya dirêj e. Her
demê qirkirinê pêş dixin û di çarçoveya ‘Qoça Kurd’ de nujen dikin.
Di mehên
dawî de dewleta TC a faşîst-mêtinger balê dikişîne ku ‘Peymana Aştiyê ya
Lozanê’ bê nûjenkirin. Ti wateya vê şaştiyê nîne. Heta roja îro qirkirin pêk
anîn, dubare xiste meryetê. Qirkirinên bi êrîşên hewayî, bombeyan, bikaranîna
çekên cuda yên kîmyewî qirkirinê didomînin. Gelê Kurd ne biyaniyê van
qirkirinan e. Di Serîrakirina Mehemûd Berzencî de, êrişa hewayî ya yekem
Îngiltere kiribû. Bi bombebaranê re cara yekem gaza kîmyewî bikar anîn. Bajarê
Silêmaniyê du carî rastî xirabkirinê hat, ji sê paran du par hatibû
hilweşandin. Piştre Serhildana Agirî, dewleta TC a faşîst-mêtinger ku bêçare
ma, Îngiltere, SSCB û Îran bi hewara wan hatibûn. Bi êrişên hewayî, bikaranîna
çekên kîmyewî, bi dorpçêkirina wan re, bi her cûre kirêtiyên xwe ve qirkirin
nûjen kiribûn, xwestibûn ku encamê bigirin. Piştre ji bo Dêrsimê gotibû ‘serê
mar’ maye, kêra qirkirinê xistibû tevgerê. Hem qirkirina fîzîkî hem ya çandî di
zik hev de pêk anîbûn. Xwediyên Peymana Lozanê ku bi gotina raweste ya Tevgera
Azadiyê û Rêbertiya wê re har bûn, bi dînîtî êriş kirin. Nîşana ‘terorîstî’ li
ser dan li hemû cîhanê îlan kirin. Nexasim terorîst ew bi xwe bûn. Teror belavî
her devera cîhanê kirin. Îro jî li dijî Tevgera Azadiyê û gerîlayên wê, milîs û
welatparêzên wê her cûre qirkirinê pêk tînin. Qoça-defika Kurd bi qirkirina
demê re bi rengê xwe yê bihêzkirî xistine meryetê.
Hasan Abdullah
0 Yorumlar