Rojnamevan Dilgeş Sason: “Dijmin ji ber çalakiyên gerîla ji hindek qadan vekişiyaye. Dijmin xwest Zapê bixwe di bin kontrola xwe de, lê ew bixwe ketin di bin kontrola gerîla de. Şer berdewame û heta niha jî bi dijwarî çekên kîmyewî li ser tunelên şer tên bikaranîn. Peyama gerîla ji bo gel, têkoşîn xurtkirin û bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî tevlî pêvajoyê bûyîn e.”
Armanc
Herekol
Rojnamevanê
Herêma Parastina Medyayê Dilgeş Sason ji qada şer, rewşa vekişîna dagirkerên
Tirk ên ji hindek herêmên Zapê, rêjeya bikaranîna çekên qedexekirî û ruhê
berxwedana gerîla ya li dijî dagirkerên xwînmij, ji rojnama me re ragihand û
anî ziman ku gerîlayên azadiyê soza tolhildana şehîdan daye.
‘Heta
niha jî li Zapê şer giran e’
Sason
di destpêka axaftinên xwe de behsa qadên ku dijmin jê vekişiyane kir û diyar
kir ku dijmin nekarî li hember gerîla şer bike, li rojavayê ava Zapê ji bilî
girê FM û girê Hekarî, dijmin ji girê Sêdarê, girê Cûdî û ji girê Amediyê paşde
reviyane û got: “ Li Zapê, ji qada Saca, girê Şehîd Sîpan, li dola Şehîd Kûncî
û sinsileya Kûrojaro dijmin nekarî şer bike û paşde vekişiyane. Lê ev nayê wê
wateyê ku dijmin operasyona xwe paşde vekişandiye. Hêj jî li Zapê şere û her
roj çekên kîmyewî û qedexekirî tên bikaranîn. Reva dijmin, ji ber encama
têkoşîna gerîlatiya Modernîteya Demokratîk e. Dijmin ji ber çalakiyên bi bandor
ên gerîla xwest hêzên xwe kom bike û ji hindek qadan vekişiyaye. Gerîlayên
Modernîteya Demokratîk xwe nûjen kiriye û bi wê nûjentiyê hem li ber xwe dide û
hem jî li ser dijmin de diçe.”
‘Dijmin
nikare hêzên xwe komî serhev bike’
Dilgeş
Sason anî ziman ku konsepta şerê dagirkeriyê ya dewleta Tirk, bi karanîna çekên
kîmyewî re destpêkir û di tevahiya salê de ev çekên kîmyewî û qedexekirî hatine
bikaranîn û wiha pêde çû: “Dijmin xwest bi van çekên qedexekirî, vîna gerîla
bişkêne, lê ev rêbaza wan serneket. Bê guman, gelek şahadet çêbûn, lê dîsa jî dijmin
ne karî xeta berxwedanê bişkêne. Dijmin êdî nekarî hêzên xwe komî serhev bike,
ji ber ku dijmin hêzên xwe di Zapê de hemû cihê belav kiriye û nikare wan hêzên
xwe kordîne bike. Dijmin bi ketina Zapê re ket xefikek mezin. Dijmin xwest Zapê
bixwe di bin kontrola xwe de, lê ew bixwe ketin di bin kontrola gerîla de. Wezîrê
wan Hûlûsî Akar ji bo ku binketina xwe û berxwedana gerîla veşêre bi derewek
mezin got ku me operasyona xwe a ‘Pençe Kîlît’ bi dawî kiriye. Lê ev ne raste û
şer bi giranî berdewam dike.”
‘4
hezar caran çekên kîmyewî hatiye bikaranîn’
Sason
di nava axaftinên xwe de eşkere kir ku ger dijmin di Zapê de serbiketa wê
yekser êrişî Rojava kiriba û wiha axaftinên xwe berdewam kir: “Armanca wan ewbû,
li çiya gerîla xelas bikin û li Rojava jî dagirkeriya xwe berdewam bikin. Dijmin
dixwaze di sedsala nû de, gel di bin navê xeta Îslamî-faşîst de rêxistin bike. Lê
gerîlayan ev xeyalên wan vala derxist. Heta niha jî bi dijwarî çekên kîmyewî li
ser tunelên şer tên bikaranîn. Li ser her qadê 3 helîkopter û balafirên keşfê
digerin. Rûxmê van jî, gerîla her roj zêdeyî deh çalakiyan lidardixe. Nêzî 4
hezar caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û 10 hezar caran zêdetir êrişên
hewayî pêkhatiye. Gerîla rûxmê wê jî bi hêjmarên kêm û bi bandor çalakiyan
lidardixin.”
‘Bi
ruhê şerê gel ê şoreşgerî tevlî pêvajoyê bibin’
Herî
dawî Rojnamevan Dilgeş Sason bilêvkir ku tişta gerîla li ser lingan digire soza
wan a ji bo şehîd û Rêber Apo ye û bi van hevokan dawî li axaftinên xwe anî. “Fedayîbûna
gerîla dijmin têk dibe. Bi bîr û baweriya ji şehîd û Rêber Apo digirin, li
berxwe didin û şer dikin. Dijmin rojane banga teslîmbûnê dikin, gerîla jî bi
çalakiyên xwe bersiva bangên wan didin. Em timî li gel gerîla di nava dan û
standinan de ne û gerîla ji destpêkê ve soza tolhildana şehîdan daye. Peyama
gerîla ji bo gel têkoşîn xurtkirin û bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî tevlî
pêvajoyê bûyîn e.”
0 Yorumlar