Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Niha dem dema xwedî derketina li fikir û felsefeya Rêbertiye’

Şêniyên Wargeha Mexmûrê: “Niha deme dema xwedî derketina li fikir û felsefeya Rêbertiye, dem dema azadkirina Rêber Apo ye ji bo wê divê her kesekî ku xwedî wijdan û xîret be, dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.”

Xurbet Tallî

Çalakiya Nobetê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 11’ê Kanûna 2022’an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatibû destpêkirin 50 roj li pey xwe hişt. Têkildarî çalakiya nobetê şêniyên wargehê ji rojnama me re axivîn û gotin: “Armanca çalakiya me ne tenê ji bo şikandina tecrîdê ye, bi fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye. Heta ku Rêbertî azad nebe em nikarin bi rehetî di mala xwe de rûnin û jiyan bikin.”

‘Em ti carî serî ji dijmin re na tewînin’

Wesîla Gabarî di axaftina xwe de balkişand li ser çalakiya nobetê ya ku li wargehê hatî desptêkirin û wiha got: “Em di wê hêviyê de ne ku ev çalakî bibe wesileya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ew cezayê ku li Rêbetiya me hatî birîn em şermezar dikin, heta em saxin rojek emrê me hebe wek jinên wargeha Mexmûr, dayîkên şehîd û şervanan emê li pey Serokê xwe, şehîd, şervan û girtiyên xwe yên di zindanan de bin. Heta yek dayîk hebe, em ti carî serî ji dijmin re na tewînin. Azadiya Rêbertî bi taybet azadiya jina ye, wek jin em bê çav, guh, ziman û bê maf bûn lê bi derketina Serokatî re me xwe naskir. Serokatî tevahî jiyana xwe ji bo gelê Kurd bi taybet ji bo jinên Kurd bexşand. Serokatî zelal kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe.”

Wesîla Gabarî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Divê ne tenê jinên Kurd, jinên tevahî cîhanê destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe avabikin. Pîwiste em hemû jin li dora Rêbertiya xwe bibin xelekek ji agir.”

‘Heta Rêbertî azad nebe em nikarin bi rehetî di mala xwe de rûnin’

Her wiha Zekî Geverî jî li ser çalakiya nobetê axivî û diyar kir ku ev 24 salin Rêber Apo di zindana Îmraliyê de tê ragirtin û wiha pêde çû: “Ev zêdeyî 22 heyîvin bi ti awayî agahiya me ji Rêbertî nîne. Armanca çalakiya me ne tenê ji bo şikandina tecrîdê ye, bi fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye. Heta ku Rêbertî azad nebe em nikarin bi rehetî di mala xwe de rûnin û jiyan bikin. Niha dem dema xwedî derketina li fikir û felsefeya Rêbertiye, dem dema azadkirina fîzîkî a Rêber Apo ye ji ber wê divê her kesekî ku xwedî wijdan û xîret be dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Divê piştgirî bide tevger û netewa xwe, daku em ji vê zilm, zordarî û koletiyê xilas bibin.”

‘Ji bo gelê Kurd Ewropa çibe, dewleta Tirkiye jî heman tişte’

Zekî Geverî di dewama axaftina xwe de saziyên ku mafê mirovan diparêzin bi bîrxist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek saziyên ku mafên mirovan diparêzin hene wek saziya CPT ku qaşo saziya pêşîlêgirtina Li Êşkenceyê ye, lê li gorî erka xwe tevnagere berovajî bûye saziya birêvebirina êşkenceyê ya navnetewî. Saziyên ku li himberî tecrîd û êşkenceyê bûne xwedî erk, êdî wateya wan ji bo gelê Kurd nemaye. Ev 24 salin Rêber Apo di zindanê de dibin tecrîdek girankirî de tê ragirtin, rojek tenê jî piştgiriya wî nekirine û ji bo vê yekê ti carî zext li ser Tirkiyê nekiriye. Ji ber ku ev kiryarên ku hûn weke Saziya Mafê Mirovan û Saziya Pêşîlêgirtina Li Êşkenceyê dikin li dijî zagonên we ye. Başe zagonên Ewropa wisaye, mane zagonên dewleta Tirkiye jî vêya qebûlnake. Saziyên Mafê Mirovan yên Ewropa ticarî mafê gelê Kurd neparastine, ji ber ku hemû di qirêjî û gemariya xwe de winda bûne, her wiha mirovbûna xwe winda kirine. Raste dibe ku bi navê demokrasî, azadiya takekesî û hwd hebe, lê ji bo gelê Kurd Ewropa çibe, dewleta Tirkiye jî heman tişte. Eger Ewropa ne wisabûya wê li himberî zagonên Tirkiyê yên şaş derbiketibûya.”

Zekî Geverî herî dawî ev bang kir: “Banga min ji bo tevahî Kurdên ku dibêjin ez Kurdim û xwedî wijdanim, mil bidin milê birayên xwe. Divê gelê Kurd bi yek carê li himberî vê zilm û zordariyê, li himberî vê tecrîdê rabin ser piyan.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar