Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê ku di 10’ê Kanûna 2022’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hatî destpêkirin di roja 50’yan de berdewam bû. Çalakî ji aliyê koma nû ve hat dewrgirtin û gotin: “Emê bi têkoşîna xwe teqez bi serbikevin.”
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 10’ê Kanûna 2022’an de hatibû destpêkirin, di roja 50’yan de berdewam bû. Çalakî ji aliyê koma nû ve hat dewrgirtin.
Koma nû piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest bi çalakiya nobetê kirin. Li ser navê koma nû Fadîle Pîran axivî.
Fadîle Pîran di destpêka axaftina xwe de çalakiya nobetê pîroz kir û wiha got: “Me wek xelkê wargehê ev çalakiya nobetê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo daye destpêkirin. Heta em negihijîn armanca xwe emê di nava çalakiyan de bîn. Rêbertî ji bo me hertiştê kir, em jî dê ji bo azadiya Rêbertiya xwe hertim li ser lingan bin. Her ferdek yê civakê divê tişta dikeve ser milê wê/î di vê pêvajoyê de pêkbîne. Emê heta dawî girêdayî fikrê Rêbertî, şehîd û doza xwe bin. Emê bi têkoşîna xwe teqez bi serbikevin.”
Herî dawî dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ hatin bilind kirin.

0 Yorumlar