Hunermendê nemir Hesen Zîrek ku li dû xwe gelek stran ji bo pêşxistina huner û muzîka Kurdî hiştine ev bû 43’ê sale ku koça dawî kiriye. Zîrek heta dawiya emrê xwe ji bo muzîka Kurdî xebitiye.
Hunermendê
nemir Hesen Zîrek di sala 1921’an de li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk
bûye. Her di ciwaniya xwe de wekî stranbêjekî dest bi gotina stranan kiriye, lê
belê ji ber mirina bavê xwe neçar dimîne ku bar û piştiyê malbata xwe ango
debara malbata xwe bide ser milên xwe û dev ji stranbêjiyê berdide.
Ji bo kar
û xebatê li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê digere, li ku derê mabe dem zêde
bi ser de neçûye, nav û dengê wî belav
bûye. Her çend nêrîn û dîtinên cuda li ser jiyana wî hene jî mirov dikare bi vî
awayî kurteyekê ji jiyana wî pêşkeş bike; Hesen Zîrek di 12 saliya xwe de
Bokanê li cih dihêle û diçe bajarê Seqizê.
Di 15
saliya xwe de dîsa vedigere Bokanê, lê pir li wir namîne û ji bo karekî peyde
bike diçe bajarên Tewrêz û Tahranê. Piştre jî diçe Başûrê Kurdistanê û li
bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezên bi cih û war dibe. Her wiha demekê jî dibe
mêvanê Kerkûkê û di dawiyê de di sala 1953’yan de diçe Radyoya Bexdayê ya Kurdî
û bi dehan stranên kevnar ên Kurdî li gel Orkestraya Radyoya Bexdayê qeyd dike.
Di
radyoya da dengekî zîrek
Di 14’ê Tebaxa
1959’an de li ser daxwaza Radyoya Kurdî ya Tahranê vedigere Îranê û li gel
orkestrayên cur bi cur li Tahranê kar û xebatên muzîka Kurdî dike. Her wiha
carnan li Radyoya Tewrêzê li Azerbeycanê stran gotine. Piştre di sala 1960’î de
diçe Kirmaşanê û piraniya karên xwe yên hunerî li gel Orkestraya Radyoya
Kirmaşanê bi rêberiya hunermendê mezin ê Kurd Mucteba Mîrzade qeyd dike ku nav
û dengê hunera Hesen Zîrek zêdetir ji ber vê yekê belav dibe. Lewre ew stranên
ku li wir komkirine wekî şakarên hunera wî têne zanîn.
Hesen
Zîrek piraniya stranên xwe bi zaravayê kurmanciya jêrîn ango soranî gotine, lê
carnan bi zaravayên din ên zimanê Kurdî jî gotine. Her wiha bi zimanê Farisî û
Tirkî jî stran gotine û heta radeyekê zimanê Erebî jî zanibûye.
Jiyaneke
nexweş derbas dikin
Di Havîna sala
1968’an de li nêzîkî bajarê Baneyê li ‘Kanî Mela Ehmed’ çayxaneyekê ava dike û
dixebite. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû Rabieyê re dijî. Ew jiyaneke
nexweş derbas dikin. Zîrek di kaseteke ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye de
dibêje: “Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, ji ber ku li Îran û Iraqê cihek
tuneye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş
heye. Heke hûn bên û bibînin, hûnê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm!
Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê Kurd de qedir
û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir
ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez Kurd im û bi zimanê Kurdî qise dikim.”
Ji ber hin
sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedema
strangotinê dibe hedefa êrişên polîsan. Lewre bar dike û diçe Şinoyê. Birayê wî
li ser wê rewşa wî wiha dibêje:”Ew nexweş bû, li Tewrêzê Dr.Yar Mihemedî ew
emeliyat kir. Doktor ji me re negot, ji hevalên me re gotibû ku nexweşiya wî
penceşêra kezebê ye. Piştî du mehan koça dawî kir.”
Bi
sedan stran qeyd kirin
Di albûma
yekem ya Hesen Zîrek bi navê “Ser Kanî” de komek ji stranên wî yên ku dema li
Radyoya Bexdayê û li Radyoya Tahran û Kirmaşanê hatine komkirin cih digirin.
Hesen
Zîrek di 26’ê Hezîrana 1972’an de di 51 saliya xwe de li bajarê Bokanê xatir ji
mirov û dilxwazên xwe dixwaze û diçe ser dilovaniya xwe. Ew li dû xwe arşîveke
hunerî ji bo netewa xwe dihêle ku bûye çavkaniyeke dewlemend ji bo hunera xwerû
û resen ya Kurdî. Hesen Zîrek stranbêjê herî xebatkar ê Kurdane ku bi sedan
stran li radyo û televîzyonan xistine bin qeydê.
Niha piraniya
berhemên Hesen Zîrek di arşîva enstîtuyên Kurdî û yên Ereb û Farisan de hatine
hilanîn. Stranên Zîrek yên li enstîtuyên Kurdî benda rêzealbumê ne. Hunermendê
Zîrek li dû xwe komeke stranên ku nayê jibîrkirin hiştin û ji vê dinyayê koç
kir. Li ser xwesta wî li ser kêlebera wî ev kurte helbest hat nivîsandin.
Daxwaza
Zîrek
Hunermendê
nemir berî biçe ser dilovaniya xwe xwestibû ku wî Çiyayê Naleşikên veşêrin. Li
ser kêla li ser sîngê wî wiha were nivîsandin:
“Zîrek zor kird xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bêxem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû.”

0 Yorumlar