Bersivên Gel:
- Parçeyek
ji jiyana me ye.
- Hevsengiye.
- Hebûn e.
- Jiyana zindiyan e.
- Şînatî ye.
- Jiyan e.
- Gerdûn e.
- Jin û jiyan e.
- Daneheva mirovan e.
- Parastina me ye.
- Xweşikbûne.
- Ji bedewiya xwe derneketin e.
- Destpêka jiyanê ye.
- Paradîgma me ye.
- Çand û hunera me ye.
- Tişta destkarî lê nehatî kirin e.
- Afrênerî ye.
- Jiyana lawiran e.
- Oksîjena
zindiyan e.
Hertiştê
ku em dibînin û hîs dikin parçeyek ji xwezayê ye. Ev darek dibe, avek dibe,
marek, axek, kevirek, gerekstêrkek û milyaran tiştên din ku em dibînin an jî
nabînin xwezaye. Em weke zindî û ne zindî bi hev ve girêdayîne û parçeyên
hevin. Em nikarin xwe ji tiştekê cuda bihesibînin. Lê dema em niha temaşe dikin
di serdema niha de xweza bûye pêlîstokek ya aqlê mirovan. Divê em vê baş
bizanin, hertişt ji aliyê xwezayê ve tê tîmar kirin, ne ji aliyê mirovan ve.
Aqlê mirovan bûye sedem ku evqas hejarî û feqîrî derbikeve holê. Evqas dewlet û
sîstemên kujer derkevin holê.
Di xwezayê
de dengeyek hevseng heye, di wir de ti tişt ji tiştek din ne nizimtir, ne jî
jortir heye, ne zîrektir, ne jî lewastir heye. Dewlemendiya kûrm, şêr, çûk,
dar, av û gerekstêrkekê dide xwezayê hemane, di nava wê de ti cudabûn tuneye.
Yê cudabûnê têxe xwezayê aqlê mirove. Hemû zindî bi hevre di nava hevsengiyekê
de ne. Di xwezayê de ti caran bê hevsengî çênabe, ger werzek were guhertin li
aliyê din jî ew hevsengî çêdibe. Ger lawirek kêm bibe jî hevsengiya wê tê
çêkirin. Tîmara şînatî, lawir, gerekstêrk û tavahî cisman, xweza dabîn dike. Em
wisa dizanin ku em rastiya xwezayê fêhm dikin, lê ev şaştiyekî pir mezine û
tenê ji derveyî hinek zanyariyên di derbarê zindî û ne zindiyan de tişteke din
nizanin. Xweza her tim ji tunebûnê heyînekê dide avakirin. Mirovahî niha ji dergûşa
xwezayê qutbûye û weke zarokek sêwî di nava bajaran de ketiye nava qefesekê.
Her çendî hewildanên zivirîna xwezayê hebe jî, êdî dibîne hem xwezaya xwe tune
kiriye hem jî êdî nizane heqîqeta xwezayê çiye. Her çendî teknolojî pêşketîbe
jî, lê mirov ji tîrêjên rojê, xweşiktiya stêrk û heyvê, ji ax, av û lawiran qut
bûye û ev jiyana xwezayî hatiye jibîrkirin. Hemû zengîntiyên xwezayê têne
tunekirin û bi vê re feqîrî û koçberî têne jiyan kirin. Her çendî bi
xwedîkirina lawiran, şinatiyan re eleqeder dibin jî, lê tenê bi aliyek wê yê
kêm re sînordar dimînin û ji derveyî rastiya xwezayê ev têne kirin. Bi vî
şêwazî êdî ji mirovan bigre heta lawir û şînatiyan, ji zindîbûna xwe û
xwezayîbûna xwe dûrdikevin.
Niha bi
rêya tîmarkirina lawirên bi hormûn û xwarinên kimyawî nifşên lawiran tên
tunekirin. Bikaranîna hormûn û dendikên genetîka wan hatî xirabkirin, şînatî jî
têne tunekirin. Bi çekên kîmyawî û pêlên xirab,
ax, av, hewa û tevahî xweza tê qirêjkirin. Her ku diçe dengeya xwezayê bi
kiryarên aqlê mirovan têne xirabkirin, guherînên avhewayî, nexweşiyên belavkar,
tunebûna zindiyan, helîna qeşayê, zuhabûna behran, germahiya zêde, nebarîna
baranê û şewata daristanan, evane hemû di encama kiryarên mirovan de çêdibin.
Ger em rast nêzîkatiyekê nekin li beramberî xwezayê, emê dawiya tevahî gerdûnê
bînin û bi wê re em dawiya xwe tînin. Ji bo ev pêkneyê pêwîste em xwezaya xwe
nasbikin û li gorî wê jiyana xwe bidin berdewamkirin.

0 Yorumlar