Di Şoreşên Fransî û Rûs de û di gelek şoreşên din ên modern de ev herdu alternatîf di zikhev de pêk hatine…
Tecrûbeya
şerê gel ê şoreşgerî ku PKK’ê jêre pêşengî kir, yek ji encamên wê yên girîng ew
e, rê li ber rastiya neteweya demokratîk vekir. Ya esas, rastiya neteweya
demokratîk di avakirina îdeolojiya PKK’ê de bi awayekî zelal nehatiye
diyarkirin û programkirin. Di îdeolojiya wê de têgîna netewe ya serdest
versiyona dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî ye. Ya ji vê jî girîngtir ew e,
dema netewe tê gotin têgihiştineke tek û mutleq mewzûbehs e; ew jî
neteweperestiya dewletê ya Hegelîst e. Ji bilî vê têgînî û rastiya wê, behsa
rastiyeke din a netewe nayê kirin. Bêguman di vê de şîroveya Hegelîst a
têgihiştina sosyalîzma zanistî ya Marksîst weke bingeh tê qebûlkirin. Di dema
Marks û Engels de wexta netewe dihat gotin a pêşî dihat bîra mirovan ew bû,
çîtên feodal hatin rakirin û di çarçoveya yekîtiya çand û zimanan de bi destê
dewleta navendî civakên neteweyî hatine avakirin. Bi vî awayî, weke rastiya bi
tenê û mutleq bi dewleta netewe digirin. Dewleta netewe kategoriya bingehîn a
felsefeya Hegel e. Rawestgeha dawî ya bigewdebûna civakî û dewletê ye. Ev çi bi
pêşengiya bûrjûvaziyê û çi jî bi pêşengiya proleteryayê pêk bê, di encamê de
xisleta mutleq û tek a têgînê naguherîne. Dema netewe tê gotin, yekana
diyardeya tê bîra mirovan dewleta netewe ye. Ji ber vê têgihiştina dewleta
netewe Marksîzmê nikarîbû ji modernîteya kapîtalîst bibihure û ji aliyê wê ve
hat bişaftin. Kengî dewleta netewe weke forma bingehîn a civakî hat qebûlkirin
(ragihandina dewleta netewe ya Elmanyayê di sala 1871’ê de bi awayekî eşkere tê
destek kirin), ya mayî ew bû ku proleteryayê bikişinin nava van sînoran û bixin
xizmeta dewleta xwe ya netewe, di berdêlê de hinek mafên ekonomîk û civakî
dikin ku mirov karibe xwe li hebûna wê ragire û ew jî hebûna xwe dewam bike. Ev
qebûlkirine ku çarenûsa sosyalîzma pêkhatî beriya sed û pêncî salan diyar
kiriye. Di serî de tecrûbeyên Yekîtiya Sovyetê û Çînê di çarçoveya her dewleta
netewe de hêmanên modernîteya kapîtalîst weke encam serketina xwe îlan kirin û
vê yekê jî têkiliya vê rastî û têgînê bi kapîtalîzmê re îspat kiriye. Naxwe ji
bilî vê, mirov ê çawa karibe ji hundir ve veguherîna sosyalîzma pêkhatî ber bi
kapîtalîzmê ve şîrove bike.
Di
tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de PKK bi nêzîkatiyên xwe yên sosyalîzma pêkhatî
herî zêde di warê dewletdariya netewe de tengav bû. Rastiya kontrgerîla ya dewleta
netewe ya li dijî wê şer dikir, di mijara armanc û maneya şerê şoreşgerî de rê
li ber dudiliyan vekir. Ya ji vê jî xirabtir, rêbazên herdu aliyan her ku çû
şibiyan hevdu. Sosyalîzma îdealîst a PKK’ê li hemberî rastiya dewletdariya
netewe her ku çû tengav bû. Sedema bingehîn a pêxîrtengiya ji sala 1995’an ve
her ku çû derket holê, ev rastî bi xwe bû. Gelo dewleta netewe çiqasî
diyardeyeke sosyalîst e, çiqasî gengaze ku bê pêkanîn? Li gorî bersivdana van
herdu pirsên sereke yan pêxîrtengî wê rê li ber tesfiyeyê vekirana yan jî wê bi
analîzeke neteweyî ya cuda bi encam bibûya. Di vê nuqteyê de têgîna kilît a ji
bo xwe rizgarkirina ji pêxîrtengiya îdeolojîk têgîna neteweya demokratîk e.
Dema ku
PKK weke kom derket holê weke ‘Neteweparêzan’ hat binavkirin û ev ne şaş bû.
Dîsa binavkirinên weke ‘Rizgarîxwazên Neteweyî’ û ‘Artêşa Rizgariya Neteweyî’
heman maneyan tîne bîra mirovan û rastiya dihat xwestin were temsîlkirin, îfade
dikirin. Propagandakariya îdeolojîk a demê bi awayekî bingehîn realîteya
neteweyî ya Kurd bû. Me nedixwest ku em weke milliyetgir bêne şîrovekirin û di
bingehê vê de jî girêdana me ya xurt a bi Enternasyonala Sosyalîst re hebû. Lê
me nikarîbû xwe ji realîteya neteweyî qut bikira. Ango dema ku têgîn ji
netewetiyê ber bi neteweparêziyê ve şemitî, hingê tehlûke çêdibû ku bişibe
îdeolojiyên milleyetgir û neteweparêz ên ku armanca wan dewleta netewe ye. Dîsa
jî di qonaxa îdeolojîk de ji me nedihat ku em van xetên tenik û tayên zirav ji
hev derxin. Pêngava 1984’an şaxên xwe yên neteweyî berdan û rê li ber şertên
şerê neteweyî yê şoreşgerî vekir û bivê nevê vê yekê em ji nêz ve bi têgînên
desthilatdarî û dewleta netewe re rû bi rû kirin. Me şer bi hêzên gel dimeşand.
RÊBER APO
.jpg)
0 Yorumlar