Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: XALID CÛDÎ

Kurdên ku bi salanin di nava qirkina çandî de dijîn, li dijî şaristaniya dewletparêz a serdest di nava berxwedaneke bê navber de ne. Ev berxwedan carna bi fermandarên pêşeng, carnan weke serhildanên gel pêşdikeve û carna jî weke têkoşîneke gerîlatî dihat meşandin.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, ji bo gelê Kurd yê ku rastî êrişên bişaftinê, înkar û îmhayê hatiye, ji nû ve afirandina hêviya siberoja azad, polîtîkayên qirkirinê pûç kiriye. Zarokên leheng ên gelê Kurd bi berxwedana xwe ya fedaî ya li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst ya dagirker, dîrok nivîsandin. Yek ji van lehengan jî rêheval Salih ango Xalid e.

Salih Sanri bi nasnav Xalid Cudî di sala 1984’an de li Gudikê Melê di nav malbatek welatparêz de  ji dayîk dibe. Rêheval Xalid di nav fikir û bîrdoziya welatekî azad de mezin dibe û wek her gerîlakî bi xayalê rojek di çiyayê azade li ser şopa heqîqetê têkoşîna xwe bê dawî bike. Ji ber ku li gund dibistan nebû heval Xalid nexwend. Lê xeyalê wî ewe ku rojek bi zimanê dayîka xwe bixwîne. Wek her bajar û gundên Kurdan, Gundikê Melê jî para xwe ji êrişa dijmin digire. Gundê wan her tim bi êrişên dijmin re ru bi ru dimîne û malbat di 94’an de neçarî penaberiyê dibe. Heval Xalit di deh saliya xwe de dibe zarokek penaber û dikeve ser rêyek dûr û dirêj. Piştî guhartina çend wargehan, li Maxmûrê bicih dibin û di nav zor û zehmetiyan de heval Xalid dest bi dibistanê dike. Belê digihêje xelyalên xwe û bi zimanê dayîka xwe dixwîne. Ev yek jî coşek mezin dide wî û di dibistana xwe de her tim pileya yekemîntî bidestdixe. Li kêleka dibistana xwe, di nav karên ciwanan de cih digre û çi kar bikeve pêşiya wî bi cih tîne. Taybetmendiya wî ya israrkirinê dihişt ku her karekê ku bikiriba, çiqas zehmet bûya jî mîsoger bi cih danî. Bê ku didîlî jiyan bike di her karek rêxistinî de cih digirt û weke erkekê ji bo xwe didît û wisa jî berpirsiyariya xwe bi cih danî. Rêheval Xalid di nav civakê de bi mezinan re mezin, bi biçûkan re bicûk bû. Milê wî yê civakî jî bi heskirina xwe ya bi mirovan re, dihîşt ku her kesî li der dora xwe kom bike û heskirina xwe di dilê her ferdekê de bide çêkirin. Di jiyana xwe de her tim bi coş û moral tev digeriya û rûkenbû. Dem hatibû ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di çiyayên azad de mezin bike. Bi baweriya ku wê bersiva herî watedar a lêgerîna xwe di felsefeya Rêber Apo û çiyayên Kurdistanê de bibîne, di 06.08.2006’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Di demek kin de xwe pêş dixe, îdîa û tevlîbûna xwe hê bêhtir bilind dike û xwe di bîrdoziya Serok Apo de kûrdike û di hêzên teybet de cih digre. Di nava jiyana xwe ya gerîlatî de jêhatî û wêrek bû. Bi girêdanbûna xwe ya hevaltî di dilê her heval û hogirê xwe de heskirina xwe dide avakirin. Di her çalekiyek de bi cesaret diçe ser dijmin û bi serkeftî vedigere. Rêheval Xalid hespê xwe yê azadiyê di pir qadan de li ser lutkeyên çiyayên azad dibezîne. Herî dawî ji bo têkoşîna azadiyê li herêma Mugla bide meşandin, berê hespa xwe dide wir. Di sala 2017’an de li ser rêya Mugla bi komek hevalê xwe re bi îxaneta kurdên xwefiroş digihêje karwanên nemiran.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar