Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 11 gerîlayên bi çekên kîmyawî şehîd bibûn hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî 11 gerîlayên HPG’ê ku di 5’ê Mijdarê de li Herêma Zapê, bi çekên kîmyawî şehîd bibûn hatin bîranîn û konê sersaxiyê hate danîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî girseyî 11 gerîlayên HPG’ê ku di 5’ê Mijdarê de, li tunelên şer ên Şehîd Xursî ya Zapê bi çekên kîmyawî şehîd bibûn, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya HPG’ê ya li ser şahadeta 11 gerîlayan hat xwendin. Piştre ji aliyê Hevşaredara Mexmûrê Fatma Bîlen ve axaftin hate kirin.

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr anî û got: “Em wek gelê Mexmûrê, pir bi xemgînin. Ji ber ku di nava hefteyekî de me gelek şehîd bîranîn. Em wek gelê Kurd ji şahadetan serbilindin. 11 gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyewî şehîd bûne û ev êşek mezine ji bo me. Bi salane li çiyayê Kurdistanê li ser Kurdan çekên kîmyewî tê bikaranîn û cîhan ji vê yekê re kor e. Dûh Şehîd Evîn û îro jî 11 cangoriyên din. Li Parîsê bi namerdane heval Evîn qetilkirin û îro jî 11 gerîlayên me bi çekên kîmyawî şehîd xistin. Em dibêjin bila serê Rêber Apo û serê gelê Kurd saxbe. Emê heta dawî şopdarê şehîdên xwe bin û emê tola wan hilînin.”

Piştî axaftina Hevşaredar Fatma Bîlen merasîm bi diruşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Bimre Dagirkerî” bi dawî bû.

Pştî merasîna bîranînê, li Saziya Malbatên Şehîdan tazî hate danîn. Her wiha gel, sazî û tevahî xebatkarên wargehê çûn taziye.

  

Yorum Gönder

0 Yorumlar