Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmurê çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîdê destpêkir

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmurê ji bo şikandina tecrida girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro bi koma yekem dest bi çalakiya nobetê kirin.


Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya dewletên NATO û hêzên desthilatdar ev zêdeyî du salin tecridek girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber dimeşînin. Mafê hevdîtina Rêber Ocalan ya bi malbat û parêzeran re hatiye qutkirin, bi ti awayî agahî ji Rêbertî nayê girtin. Ji bo ev tecrîd were şikandin û Rêber Ocalan bi awayek fîzîkî azad bibe, li her devera Kurdistan û derveyî welat çalakiyên cur bi cur hatine destpê kirin.

Şêniyên Wargeha Mexmurê jî îro bi koma destpêkê li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiya nobetê kinin.

Koma çalakvanan armanca çalakiya xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir. Beriya ku axaftin were kirin di kesayeta tevahî Şehidên Tevgera Azadiya Kurdistanê de deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê çalakvanê bi navê Seîd Ayaz di derbarê armanca çalakiyê de axivî û diyar kir ku ev demek dirêje agahiyek ji Rêber Apo nayê girtin û bang li tevahî gelê Kurd yê xwedî wijdan û rûmet kir ku xwedî li Rêber Apo derbikevin. Her wiha got ku heta ew agahiyekê ji Rêberê xwe nebihîsin dest ji çalakiyên xwe bernadin.

Piştî axaftina Seîd Ayaz, dahorandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi awayê sînevîzyon hatibû amadekirin, hat nîşandan.

Piştre jî dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin gotin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar