Ticker

10/recent/ticker-posts

‘CPT fermanên desthilatdaran pêktîne‘

Hevberdevkên Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: “Ev tecrîd ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, hemû dewletên kapîtalîst, dewletên desthilat bi hev re hevkarin ku fikir û ramanên Rêber Apo, ji xwe re weke kelemekê dibînin. Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

FARQÎN KARA

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 20 meh zêdetire agahî nayê girtin, ne parêzer ne jî malbat hevdîtin nekirine. Her wiha di navbera 20-29’ê Îlonê de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) serdana Îmraliyê kir. Lê li gorî daxuyaniya Parêzerên Buroya Huquqê ya Sedsalê, CPT li gel Rêber Ocalan hevdîtin nekiriye. Vê yekê li pey xwe nerazîbûnên tund yên gel anî.

Di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Hevberdevkên Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji Rojnews’ê re axivîn.

‘Rêbertî di bin tecrîda nava tecrîdê de ye’

Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan a wargeha penaberan a Mexmûrê Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û wiha got: “Rêbertiya me niha dibin tecrîda ku nava tecrîdek din de ye. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye li ser gelê Kurd hemû ye. Ji ber ku dewleta Tirk li kuderê destkeftiyek gelê Kurd hebe, bi awayekî hovane êrişî wir dike. Dixwaze di şexsê Rêber Apo de wan destkeftiyan ji destê gelê Kurd bigire. Bêdengiya CPT rureş û şermezar dikîn, ji ber ku li erkê xwe xwedî dernakeve. Xwe wek rêxistina parastina mafê mirovan nîşan dide lê ji bo gelê Kurd ker, kor û lale.”

‘Bê Rêber Apo nikarin jiyan bikîn’

Sultan Yildiztan di dewamê de qala helwesta CPT’iyê kir û wiha domand: “CPT gelê Kurd xapand, di destpêkê de got hevdîtin hatiye kirin, lê piştre derket holê ku hevdîtin nehatiye kirin. Ev xapandinek mezine li gelê Kurd hatî kirin. Gelo Rêbertiya me niha di çi rewşê de ye? Di vî alî de metirsiyekê mezin heye. 20 mehin ne parêzer, ne jî malbat hevdîtin bi Rêber Apo re nekirine. Lewma emê bêdeng nemînin. Bê Rêber Apo nikarin jiyan bikîn!”

‘Tecrîda li ser Rêber Apo, tecîrda li ser hemû jinan e’

Yildiztan her wiha got: “Em jin deyndarê Rêber Apo ne, ji ber wê divê jin li Rêber Apo xwedî derbikevin. Derfeta azadiyê ya Rêber Apo ji bo jinê afirandî, divê bibin layîqê wê azadiyê. Ger ku jin niha dikare xwe bi rêxistin bike, di komûn, sazî û hevserokatiyan de cih digre, bi saya Rêber Apo ye. Divê em bibin xelekek agir li dora Rêber Apo geş bibin. Kesayeta me di tecrîdê de ye, jin tevahî di tecrîdê de ne, divê em qebûl nekin.”

‘Hêzên serdest fikir û ramanê Rêber Apo li pêşiya xwe weke kelemekê dibînin’

Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan a wargeha penaberan a Mexmûrê Bazî Kaya li ser heman mijarê axivî û wiha pê de çû: “Tecrîda ku li ser Rêber Apo, di şexsê Rêbertî de li ser gelên bindest bi taybet li ser gelê Kurde. Ev tecrîd ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, hemû dewletên kapîtalîst, dewletên desthilat bi hev re hevkarin. Hemû li dijî fikir û ramanê Rêber Apo ne, lewra ev tecrîd li ser Rêber Apo tê meşandin. Hemû hêzên serdest fikir û ramanên Rêber Apo, ji xwe re weke kelemekê dibînin. Em dibînin ku hemû cîhan ji fikir û ramanên Rêber Apo agahdarin, naskirine. Lê hîna çalakî û xebatên ku ji bo azadiya Rêber Apo tên kirin kêm dimînin, lewma hîna me nekariye Rêberê xwe bi fîzîkî rizgar bikin ku tecrîd girantir bûye. Divê em kêmasiyên xwe ka di kîjan alî de heye bibînin û temam bikin.”

‘Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Bazî Kaya di nava axaftinên xwe de destnîşan kir ku CPT bi xwe rêxistinek navneteweyî ye, lê bi serê xwe ti biryaran nade û wiha rave kir: “Ji ber ku dibin serweriya dewletên desthilatdar û kapîtalîst de ye. Bê ku fermanek ji wan bigire ti biryaran nade. CPT bi çûyîna xwe ya Îmralî û bi xapandinên xwe dixwaze çavê Kurdan boyax bike. Lê em weke gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêbertî gihane wê astê ku êdî em nayê xapandin. Lewma divê gelê Kurd şev û roj li qadan bin ku Rêberê xwe bi fîzîkî nava xwe de bibînin. Niha ji nan û av zêdetir pêwîstî bi çalakiyên di çerçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de heye, ku gel li her derê çalakiyan pêkbîne. Êdî dem dema azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar