Ciwanê bi navê Sîpan Yaman heskirina xwe ya li hember nivîsandina helbest û hunerê wiha anî ziman û got: “Mirov dikare serpêhatî, êşa dil, welat û civaka xwe bi rêya helbestan bîne ziman. Ji ber ku helbest rêya pîroz ya hestê xwe anîna ser ziman e. Gelek kesên hêja yên ku em bikarbin wan bi helbestan wesif bikin hene.”
Êriş, êş, qirkirin û talanên ku li ser Kurdan pêkhatine, ji aliyê hunermendên Kurd ve bi helbest, stiran, çîrok, destan û serpêhatiyan hatine vegotin û nivîsandin. Em dikarin bêjin Kurdan hebûna xwe bi hunera xwe parastiye. Ji bo dewlemendkirina hunera gelê Kurd, gelek kesayetên Kurd li ser parastina nirxên çandî stiran, govend, helbest û çîrok nivîsandine.
Ciwanê bi navê Sîpan Yaman yê 18 salî ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jiyan dike, dixwaze di demê pêş de bibe helbestvanek ku çand û dîroka xwe bi zimanê hunerê vebêje û wiha qala heskirina xwe ya ji bo hunerê ji me re dike.
‘Helbest rêya pîroz ya hestê xwe anîna ser zimane’
Sîpan Yaman di 7 saliya xwe de li ser pêşniyara mamê xwe di şahiya 4’ê Nîsanê de helbesta ku mamê wî nivîsîbû li ser dikê ji gelê wargehê re pêşkêş dike. Piştî wê heskirina Sîpan ya ji bo xwendina helbest û hunerê zêde dibe. Lê ji ber ku di wî temenî de ne dikarî raste rast helbestan binivîse, xwe di aliyê amûrên mûzîk û stiran gotinê de pêşdixe. Piştî demekê ango di 15 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbest û bilêvkirina helbestên xwe dike. Sîpan Yeman di axaftinên xwe de baldikişîne li ser girîngiya helbest nivîsinê ya ji bo civak û pêşeroja civakê û wiha dibêje: “Mirov dikare serpêhatî, êşa dil, welat û civaka xwe bi rêya helbestan bîne ziman. Ji ber ku helbest rêya pîroz ya hestê xwe anîna ser zimane. Gelek kesên hêja, yên ku em bikaribin wan bi helbestan wesif bikin hene. Dema ez dixwazim helbestekê binivîsim, ez destpêkê li ser bûyer û kesê ku dixwezim helbestê li ser binivîsim lêkolînê dikim. Ger kesên ku tû helbestê li ser dinivîsî jiyanek têr û tijî hebe, helbestên binirx û watedar derdikevin holê.”
‘Pêwîste ciwan li çanda xwe xwedî derbikevin’
Yaman heskirina xwe ya ji bo welat, berxwedaniya gerîlayên Azadiya Kurdistanê, êşa ciwanên penaber û malbata wî jiyankirî, bi zimanên xwe yê hunerê vebêje û bang li ciwanên Kurd jî dike ku hîn zêdetir li çand û zimanên xwe xwedî derbikevin û wiha pêde çû: “Gelek ciwan hene ku çanda biyanî ji xwe re bingeh digrin û ji çandên biyanî bandor dibin. Dibe ku ne di ferqa wê de bin, lê her ku diçe ji çanda xwe dûr dikevin. Divê ciwanên me bikevin di ferqa rastiya çanda civaka xwe de. Kesên ku çanda xwe nasneke, bêgûman wê ber bi çandek din ve biçin û tine bibin. Ger ciwanên me li çanda xwe xwedî derbikevin bawer bikin ne tenê dijmin, wê kes nikaribe me ji çand, ziman û exlaqê me qut bike.”
‘Helbest ragihandina bûyerên demborî ya ji bo nivşên nû yên civakê ye’
Sîpan Yaman di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku helbest, govend û stiran hîmên bingîehîn yên civakê ne. Ji ber ku tiştên di civakê de hatine jiyankirin, bi rêya helbest, govend û stiranan heta roja me ya îro hatine û wiha got: “Helbest jî çiqek yê jiyanê ye, helbestên dewlemend bi demê re pêşketinên girîng ji bo civakê dide çêkirin. Helbest ragihandina bûyerên dembûrî ya ji bo nivşên nû yên civakê ye. Min helbestek li ser berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna ku di nav de qala berxwedaniya fermandarên mezin Rûken û Sara jî dikim nivîsiye.”
Sîpan di dawiyê de jî helbestek xwend:
Hebûn ezim
Rastî ezim
Bedewî ezim
Hezkirin ezim
Rêhevaltî ezim
Dîrok ezim
Hertişt ezim
Ji ber ku yên niha li Zap, Metîna û Avaşîn berxwedanê dikin ezim.
Yê ku ji warê Egîdan berê xwe dide meskenê dijmin û xwe di nava dilê dijmin de diteqîne Sara û Rûken ezim.
Ez 17 pakrawanim li hember kîmysal û êrişên wan yên tirsonak narevim şer dikim û digihim şihadetê.
Ez tola nefesa Bazê xwe û kenê li ser rûyê Helbesta xwe ya delalim.
Ji bo te azadî em mirov û bedelên herî hêja didin.
Ma ji vê mezintir tiştek heye ma ji vê pîroztir tiştek heye.

0 Yorumlar