Mamosteya Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Ayten Sûre têkildarî Festîvala Çand û Hunerê ya ku bi navê Şehîd Bêrîtan her du salan carekê tê lidarxistin axivî û diyar kir ku şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedayî bûye sembola artêşbûna jina Kurd.
Xurbet Tallî
Bêrîtan Hêvî bi nasnav Gulnaz Karataş ku li himberî dagirkerî û nokeriyê
xeta azadiyê xêzkirbû, ji bo jinên Kurd û tevahî jinên azadîxwaz bû sembola
azadiyê. Xeta azadiya jinê ya ku Şehîd Bêrîtan vekiribû îro li tevahî cîhanê
belav bûye. Xiyaneta PDK’ê û êrişên dewleta dagirker ya Tirk di sala 1992’an de
gihiştibû lûtkeyê. Di wan deman de Şehîd Bêrîtan û hevalên xwe destanên dîrokî
dinivîsandin.
Şehîd Bêrîtan di salvegera Şihadeta xwe de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê
her du salan carekê bi Festîvalekê tê bîranîn. Têkildarî Şehîd Bêrîtan Hêvî,
Mamoste Ayten Sûre ji rojnama me re axivî.
‘Di her kêlî û demê de xiyanet heye’
Mamoste Ayten Sûre di destpêka axaftina xwe de Şehîd Bêrîtan û tevahî şehîdên
Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Şehîd Bêrîtan a ku bûyîn nîşaneya 30’emîn ya
artêşbûna jina Kurd, bi taybet ji bo me jinan xetek daye avakirin. Dema mirov
behsa wê dema ku ew têde jiyan dikir, berxwedaniya ku wê di wêdemê de kirî
dihizire, mirov matmayî dimîne. Şehîd Bêrîtan xwedî vîn, bawerî û pêşketinek
ewqas bi hêz bû ku karibû ew komploya pêşmergehên PDK’ê ya ku dixwestin li
himberî wê pêkbînin, bi zanebûn û taktîkên xwe vala derbixe. Şehîd Bêrîtan heta
kêliya ku biryara xwe fedakirinê jî dide, ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve bi
gotinên, em birane, em tiştekî bi te nakin û hwd digotin, lê Şehîd Bêrîtan
ketibû ferqa vê xeta xiyaneta navxweyî, ji bo wê ne hat van lîstokên PDK’ê. Ya
herî bi êş ewe ku Kurdek ji aliyê Kurdekê ve bê qetilkirine. Şehîd Bêrîtan ev xeta
xiyanetê ya heyî ji bo bi dîlgirtina wê re pêşnekeve canê xwe feda kir. Eger wê
demê Şehîd Bêrîtan teslîmbûn qebûl bikiribûya, belkî niha jiyan bikiribûya, lê
wê rewşa wê ji jinekî kilasîk û ji rêzê ya ku xiyanet pejirandî ne cûdabûya. Lê
Şehîd Bêrîtan bi perwerdeya ku di akademiyên Rêbertî de dîtî, îradeya ku ji
partiya PKK’ê standî, zanabûnek wisa pêre pêşketibû ku wê demê di kesayeta xwe
de dabû nîşandan ku xeta xiyaneta navxweyî heye. Divê her kes wekî Şehîd
Bêrîtan xwe di her alî de pêşbixe û serwext bibe, ji ber ku di her kêlî û demê
de xiyanet heye. Dewleta Tirk ti caran ji bo gelê Kurd nebûye dost, hertim
dijmintiya gelê Kurd kiriye û hîn jî dike. Ji bo dewleta Tirk ferqa ti Kurdekî
nîne, ev jin be, zarok be, ciwan be, pîr û kalek be yan jî fikra Kurdbûnê li
cihekê bê parastin, ew cih, ew kes di hedefa wî de ye. Ji bo berjewendiyên xwe
serî li her rê û rêbazên qirêj û xapînok dide û niha jî ji bo bigihije armanc û
xeyalên xwe bi PDK’ê re di nava hevkariyekê de ye.”
‘Armanca me ewe ku bi gelên cihanê re bê ferq û cûdahî
jiyan kirine’
Ayten di berdewama axaftinên xwe de wiha qala hovîtiya dewleta Tirk kir: “Li
hemberî êrişên dewleta Tirk berxwedaniyek bê hempa ya ku bi ruhê Şehîd Bêrîtan
û şehîdên wekî wê tê kirin destanan dinivîsînin. Em dibînin li çiya gelek
êrîşên hovane ku ti exlaqê şer nasnake tê kirin. Dewleta Tirk ti rê û rêbaz,
taktîk ne maye ku serî lê nedayî, lê bi saya berxwedaniya bi hezaran şehîdên
wek Şehîd Bêrîtan ku canê xwe ji bo gelê Kurd fedakirî, nehiştîn heta niha jî
dewleta Tirk bigihije armanca xwe. Festîvala ku bi navê Şehîd Bêrîtan ku her du
salan carekê li wargehê weke Mihrîcana Çand û Hunerê ya ku tê lidarxistin, wekî
çandekê lêhatiye. Pêwîste ne tenê her du salan carekê festîval bê çêkirin, divê
her meh li ser kesayeta Şehîd Bêrîtan Semîner, dîmenên ku jiyana xwedawendên
wek Şehîd Bêrîtan ji bo zarokan bên nîşandan ku zarok jî wan xwedawendan
nasbikin.”
Mamoste Ayten Sûre wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em hewil bidin wan di
dîroka xwe de zindî bigrin, mîrateya ku wan ji bo me hiştîn em deyîndarê wanin.
Em dikarin bêjin di kesayeta şehîdên wek Şehîd Bêrîtan û têkoşîna azadiya jina
Kurd de, jinên tevahî cîhanê hişyar bûye. Wek jinên Kurd me zemînek wisa daye
avakirin ku bala jinên cîhanê jî kişaye ser xwe, em hewil bidin xeta jina azad,
jina Kurd hîn pêşdetir bibin daku em bikaribin mîrateyên wekî yên Şehîd
Bêrîtanan nemir bikin. Armanca me di vê cihanê de ewe ku em hemû gel û netew
bêyî ku ferq û cedahî, bi awayek wekhev û azad jiyan bikin.”
0 Yorumlar