Dewleta
Tirk a dagirker ji Nîsana 2012'an ve dest bi êrişên hewayî yên li ser Başûrê
Kurdistanê kiriye. Kiryarên dijmin ên wek sixûrkirina ciwanan, ciwan ji welat
revandin û her weke din timî berdewam kiriye. Lê li beramberî vê dagirkerî û
xiyaneta PDK'ê, gerîlayên azadiyê berxwedanek dîrokî raber kirine. Ger
gerîlayên Rêber Apo nebûba wê dijmin di 24 demjimêran de tevahiya Başûr
girtibûya destê xwe. Her wiha wê Kurd di Başûr de nehiştiba. Gerîla ji destpêkê
heta roja îro hebûn, çand, ziman û rûmeta gelê Kurd parastiye û diparêze.
Dewleta dagirker bi hemû hêz û teknîka xwe a peritî ve êrişî çiyayên Kurdistanê
dike. Her wiha her cure çekên qedexekirî û kîmywî bikar tîne. Bi sedan caran
Kurdistan, gelê Kurd û gerîlayên azadiyê bi van çekên qedexekirî bombebaran
dike. Li rûxmê evqas bê exlaqî, dagirkerî û xiyanetê jî nekariye serbikeve.
Ev jî
eşkere bûye, kengê gelê Kurd nêzî serkeftinê dibe û dijmin têk diçe, PDK bi
hemû hêza xwe ve êrişî gerîla dike û xiyaneta xwe zêdetir dike. Di nava 2 salan
de 3’ê caran PDK'ê êrişî gerîla kiriye û 9 gerîlayên azadiyê bi destê van
xwînmijan gihiştine şehadetê. Xiyaneta PDK'ê hovîtî û faşîzma dewleta Tirk
derbas kiriye. Bê exlaq û bê rûmetên wek PDK'ê heta niha jî cenazeyên wan
gerîlayan radestî malbatan nekirine. Ev êdî ne xiyanete, yekser dijmintî ye.
Herî dawî di 5'ê Îlona 2022'an de li dola Balîsanê dîsa PDK'ê kemîn li ber
komek gerîla danî û di encamê de 3’ê gerîla şehîd bûn û 2 gerîla jî bi
birîndarî ketin destê PDK'ê. Heta niha jî ne diyarin kijan ji wana şehîdin û kîjan
birîndarin. Ev bi serê xwe bûyerek dijî mirovahiyê ye. Rûxmê evqas bangewazî û
daxuyaniyên PKK'ê jî, PDK xwe bêdeng dike û bi vê yekê bê rûmetiya xwe nîşanî
tevahî mirovahiyê kiriye. PDK di dîroka gelê Kurd de wek xiyanetkar tê nasîn.
Lewma îro vê rastiya xwe dûbara zindî dihêle.
PDK'ê di
3'yê Tebaxa 2014'an de ev xiyanet li gelê Şengalê kiribû. Gelê Êzidî radestî
çeteyên Tirk kiribû. Îro jî bi heman hişmendî û xiyanetê li gel dijminên Kurdan
cih digire û yekser êrişî gelê Kurd û şervanên Kurdistanê dike. Dema em dîrokê
temaşe dikin, em di nava rûpelên tozgirtî de dibînin ku tevahî şoreşên Kurdan
ji ber xiyaneta navxweyî têk çûye. Timî ji ber xiyanetê serkeftin ji destê gelê
Kurd derketiye. Li ser vê yekê divê em êdî nehêlin dîrok dubarebûnê li me bide
jiyankirin. Di vê pêvajoyê de pêwîste ciwanên Kurd xwedî li destkeftiyên civaka
xwe derbikevin û pêşî li dagirkerî û xiyanetê bigire.
Bang ji
aliyê rêxistinê ve ji ciwan, jinên ciwan û tevahî gelê Başûr re hatiye kirin û
divê bi rast em nêzî banga rêxistinê bibin û li gor demê tevbigerin. Divê ciwanên
Kurd bersiva demê bide xiyanetkar û dagirkeran. Divê ciwan xwedî li şehîd û
destkeftiyên Rêber Apo derbikevin. Ciwan hêza civakê ye û di vê pêvajoya hasas
de rola herî girîng dikeve ser milê ciwanan. Divê ciwanên Kurdistanê li erk û
berpirsyartiyên xwe xwedî derbikevin. Ciwan, jinên ciwan û gelê Kurd bi ruhê
şerê gel ê şoreşgerî divê dakevin qadan û li hemberî mala Barzanî derbikevin.
Ev teqeze, wê berxwedan serbikeve û dagirker û xiyanet wê bin bikeve.
Nûdem
Tûnç
0 Yorumlar