Bersivên gel:
-
Serdestî ye.
-
Neçarkirin e.
-
Bindestiye.
-
Maf xwarin e.
-
Hestê mirovan dagirkirin e.
-
Zilm e.
-
Tepisandin e.
-
Bê xwestek bûne.
-
Neheqî ye.
-
Tûndî
ye.
-
Talankirin e.
-
Tûndûtîjiye.
-
Bişaftine.
-
Qirkirin e.
Ji
dîroka mirovahiyê heta kêliya ku em têde jiyan dikin têgiha herî zêde mirovahî
rastî wê hatî zordariye. Ji bo ku mirovên desthilatdar hîn baştir sîstema xwe
bidin jiyan kirin, serî li gelek rêyên cûda dane.Yek ji van rêyan jî zordarî ye.
Mirovan zordariyê destpêkê li hemberî xwe pêkaniye û belavî derdorê xwe kiriye.
Bi taybet piştî hilweşîna serdema dayîksalarî êdî di civakan de ji aliyê mejiyê
serdest yê mêr ve zordarî di astek berbiçav de xwe nîşan dide. Êdî ji wê rojê û
şûnve zordarî wek normek ya jiyanê lê hatiye. Tayebet piştî avabûna dewleta Sumer
û çîna sermayedar zordarî wek şer, pevçûn,
dagirkerî û kolekirin derdikeve pêş. Sîstema heyî ji bo ku zordariya xwe rewa nîşan
bide, zagon (qanûn) li gorî pîvanên xwe sazûman dikin. Dema em li jiyana heyî
temaşe dikin zordarî di bingehê qanûnên sîstema desthilatdar yên ku zarokan li
gorî xwe perwerde dikin de derdikev pêşiya me. Zarokên ku bi kîn, nefret û reqabetê
mezin dibin ne gengaze bibe ferdek yê bi tendûrist ji bo civaka di nav de jiyan
dike. Dijberî wê ew zarok dibe gefek li hember tinkirina pîvan û exlaqê civakê.
Sîstema heyî ji bo xwe bide domandin zarokan li ser vê perwerde dikin. Em bixwazin
ne xwazin ew zarok wê di pêşerojê de bibe bombeyek pîmkeşandî li dijî civaka ku
em tê de jiyan dikin. Mînak; Zarokek nû ji dayîkdibe mîna rûpelekî spiye, hîn
di temenek biçûk de fêrî axaftinê dikin, dema digihe çaxa xwendin û nivîsandinê
êdî hertişit ji wir destpê dike. Zarorek li ser reqbetiyê, çav tirsandin û hêrsê
tê mezin kirin ji xwe re zordariyê maf dibînin û pêktînin. Zarokên di malê de
hertim bi zarokên derdor re tên qiyaskirin, bi gotina; ‘tu qurbana zarokên xelkê
bibî’ dema mezin jî dibe, neçarî zordariyê tên kirin. Ji bo ku ew zarok bibe yê
ku tê xwestin û xwe bigihine serkeftinê, hemû rêyan ji bo xwe rewa dibîne û
serî li zordariyê dide. Her zarok li ser hişmendiyekê mezin dibe, malbat û
derdora xwe li ser vî bingihî perwerde dike. Bi van ferdan jî her ku diçe civak
ber bi rizîn û tinebûnê ve diçe. Li aliyê din jî dewlet ji bo ku bigihe armanca
xwe di kesan de takekesî pêş têxe û dike mafdar. Kesên takekesî di kesayeta xwe
de didin rûniştkadin hemû cûrê zordarî,
zorê, êşkence û dagirkeriyê ji xwe re rewa dibîne û wek mafekî xwe pêktînin. Ji
dîrokê heta kêliya em tê de jiyan dikin, Kurd û Kurdistan yek ji netew û gelên herî
zêde zordarî lê hatiye kirin e. Hertim rastî kuştin, qirkirin, bişaftin û talanê
hatine. Lê ev wisa berdewam nekir taybet piştî salên 1800’an û şûn de ji bo
gelê Kurd kêr gihiştibû hestî. Li hemû cihên ku zordarî tê ferz kirin li dijî
wê berxwedan û serhidan tên kirin. Gelê Kurd jî gelek caran li hember zordariya
tê kirin serîhildaye û dest bi berxwedanê kirine. Lê ji ber ku gelê Kurd nekarîn
serhildanê xwe netewî bikin, di demek kurt de rastî tepisadina dijmin hetiye.
Herî dawî di salê 1970’an de gelê Kurd di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah
Ocalan de dest bi têkoşînek netewî kirine û heta niha bi hemû hêza xwe li dijî
zordarî û dagirkeriya heyî têkoşînek bêhempa didin meşandin. Lê zordariya ku
li Kurdistanê tê meşandin di demên dawî de gihiştiye asta herî jor, her ku
berxwedan zêdetir dibe zordariya heyî jî zêdetir û kûrtir dibe.
0 Yorumlar