Li ser singa
zinaran tovê jiyana azad çandin û bûn hêvî ji zarokên welatê rojê re. Kî dizane
ku kijan zinar ji rûkeniya kijan cangoriyên azadiye re bûye heval û kîjan gul
bi xwîna wan hatin avdan. Gelo ger kevir, lotkeyên çiya, zinar û mêrgên vî welati
bi ziman bibin wê çawan şahidiya berxwedana zarokên vê xakê vebêjin û me
matmayî bihêlin? Ji ber ku bi hezaran destan û çîrokên berxwedaniyê li ser vê
axê hatine jiyan kirin. Mîna Derwêş û Edolê evîna xwe kirin qurbanê heqîqeta jiyana
azad ya li ser lotkeyên çiyayên azad.
Zarokên vî
welatî ji bo çiyayên bûyîn sitargeha vê axê bi ronahiya rojê sonda jiyanê
xwarin û li pey tovê hêviyên zindiyan ketin. Raste ne bûn derhênerê filmê
jiyanê, li nehêlan kes derhêneriyê ji jiyana wan re bikin. Yek ji van lehengan
jî rêheval Cuma ku di sala 1972’an de li gundê Ziyaniş
yê girêdayî navçeya Çelê çavê xwe li jiyanê ve dike. Ji ber ku zarokê
kur yê destpêkê bû, bi delalî tê mezin kirin. Rêheval Cume dibistana xwe ya
sertayî li Gundê Ziyaniş dixwene. Ji ber bêderfetiya malbatê nikare biçe
navçeyê xwendina xwe ya dibistanê berdewam bike. Di temênê xwe yê biçûk de ji
bo berpirsyatiya jiyana malbatê bigre ser milê xwe dest bikar dike. Zarokekî
jîr, rûbiken, bi cesaret û şanoger bû. Her cihekî ku biçûbaya, texlîdê derdor
dikir zarok, ciwan û mezin li xwe kom dikir. Bi taybet ji di şahiyên gund de ji
bo kêfxweşkirina derdorê xwe vê yekê bi kêfxweşî û coşek mezin dikir. Ji kêfxweşkirina
mirovan hes dikir û ev yek kiribû bingihê jiyana civakê.
Di nav
malbat û derdorek welatparêz de mezin dibe. Jiyana civakê û rastiya dijmin ya
li dijî Kurdan bandoriyek mezin li ser jiyana wî dike. Piştî temenek diyar
malbat biryara zewaca rêheval Cuma digire û rêheval Cuma di sala 1987’an de dizewice.
Piştî zewacê rêheval Cuma rêxistinê ji nêz ve nas dike. Piştî demekê, zarokek
yê wî çêdibe, lê di heman demê de berpirsyatiya xwe ya li hember axa xwe û
welatên xwe hîn baştir fêmdike û di Gulana 1989’an de tevlî nava refên gerîla
dibe.
Rêheval
Cuma bi zanabûn û heskirina xwe ya li hember walatê xwe biryara tevlîbûnê dide.
Rêheval Cuma piştî beşdarî nava refên gerîla dibe, du salan li herêma ku ji
dayîk bûyî şervantiyê dike. Heskirin, rukenî û cesareta xwe bi heskirina welatê
xwe re dike yek û kesayetek bi îrade yê Apogerî di xwe de dide afirandin. Bi
dilnizmî û heskirina xwe cihê xwe di nava dilê rêhevalên xwe de dide çêkirin.
Di gelek qadên têkoşînê de li dijî dagirkerên Kurdistanên têkoşîna xwe dide
domandin. Herî dawî li gel komek hevalên xwe li herêma Erziromê di sala 1992’an
de digihe karwanên cangoriyên azadiyê. Piştî
Partiya Karkerên Kurdistanê tovên azadiyê reşandî, li wî welatî bi hezaran Cuma
ji bo xwe bikin şitilek ji vê dozê re sonda jiyanek azad xwarin û bûn parçeyek
ji xelatê zarokên vî warî. Di paxila her zarokek vê axê de navê şehîdan
meyandin û soza zindîkirina xeyalên wan hatin dayîn û nîha jî bi hezaran Cuma
li ser şopa xeyalên Şehîd Cuma yên azadiya Kurd û Kurdistanê têkoşînê di çiyayên azad de pêktînin.
0 Yorumlar