Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Kooparatîf bingihê bazara demokratîke’

Endamê Kooparatîfa Wargeha Mexmûrê Evdirehman Gabarî diyar kir ku di demên dawî de kar û xebatên kooparatîfê gelek baş bûye û wiha got: “ Em li vir di xizmeta gelê xwe de ne, em hewildidin xizmeta herî baş ji bo gelê xwe pêkbînin.”

Kooparatîfa Wargehê beriya 5 salan ji bo avakirina cihê bazarek demokratîk hat damezirandin. Lê ji ber bê tecrûbetiya kar, di aliyê sîstema kar û rêvebirina koopartîfê de gelek kêmanî hatin jiyan kirin. Bi demê re ev kêmanî hatin derbaz kirin û koopartîf ji demê borî hîn baştir dixebite. Têkildarî kar û xebatên di bin sêwana koopartîfê de tên kirin, Endamê Koopartîfê Evdirehman Gabarî ji rojnameya me re axivî.

‘Bi hevgirtin û alikariya 73’ê malbatan hat avakirin’

Evdirehman di destpêka axaftina xwe de, diyar kirin ku avakirina kooparatîfê ji bo gelê wargehê pêwîstiyek bû û wiha got: “Beriya 5 salan kooparatîf bi hevgirtin û alîkariya 73’ê malbatan hat avakirin. Armanca kooparatîfê anîna gel hev ya gel û hîn zêdetir ruhê komînbûnê di nava gel de dayîna xuliqandin bû. Lê ji ber ku bê tecrûbetiya kar, gelek kêmanî di aliyê kar û rêvebirinê de hat jiyan kirin. Bi derketina van kêmaniyan re kooparatîf lewaz ket. Ji bo derbazkirina van kêmaniyan dibin sêwana Komîteya Aborî û Koopartîfê de li ser gelek projeyan kar hat kirin. Di encama karê hatî meşandin de me çend proje dan ber destê xwe û niha jî hewil didin wan jiyanî bikin. Ev projeyên hatîn amadekirin rewşa heyî ya li koopartîfê da guherandin. Êdî li vir ji nûve hêviyên pêşxistina projeyan zindî bûn. Bi van projeyan ve girêdayî hatina gel ya kooparatîfê her ku diçe zêdetir dibe û em jî hewil didin li gorî derfetên gel, kel û pelên malê yên baş bi bihayek baş ji bo gel dabîn bikin. Em li vir di xizmeta gelê xwe de ne, em hewil didin ya herî baş ji bo gelê xwe pêkbînin.”

Evdirehman di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser beşên xebata kooparatîfê û wiha pêde çû: “Ji bo pêşxistina şaxên kooparatîfê em hewil didin projeyên nû pêşbixin. Çandina ce jî yek ji van projeyan e. Di heman demê de ev demek dirêje em Tehîn çêdikin û ji aliyê gel ve jî tê ecibandin. Lê ji ber ku ne fermiye, em nikarin bişînin bazarên ji derve. Her wiha ji bo malbatên ku di avakirina kooparatîfê de cih girtine qertên endambûnê hatine çêkirin. Di her kirîn û firotinê de ji bo endamên kooparatîfê daxistina bihayê kel û pelan tê kirin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar