Ticker

10/recent/ticker-posts

Mela Zekî: Li dijî zilm û kufra dewleta Tirk rabin

Mela Zekî Gabarî: “Dewleta Tirk bi şewitandina leşkerên xwe û talankirina xwezayê re li dijî Xwedê derdikeve. Talankirina xwezayê, qetilkirina mirovahiyê ye û kesên ku li dijî kiryarên dewleta Tirk bêdeng dimînin, kûfrê dikin. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim, dijî zilm û kufra dewleta Tirk rabin.”

ARMANC HEREKOL

Yek ji melayên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Mele Zekî Gabarî, derbarê şewitandina cenazeyan û bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve, ji ajansa me re axivî û anî ziman ku dewleta Tirk bi van kiryarên xwe yên qirêj, li dijî Xwedê şer dike.

‘Dewleta Tirk dijminê Xwedê ye’

Mela Zekî di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku dewleta Tirk bi şewitandina cenazeyên leşkerên xwe re hovîtiya xwe nîşan daye û got: “Tişta ku dewleta Tirk kirî ango leşkerên xwe şewitandî kûfr, zilm û cehaletek mezin e. Kî be bila ew be, dema ku yek mir, divê bê şûştin û veşartin. Divê ji miriyan re rêz bê dayîn, lê dewleta Tirk leşkerên xwe dide kûştin û bixwe dişewitîne. Ne tenê leşkerên xwe, hemû zindiyan dişewitîne. Xwedayê mezin li ser şewitandina zindiyan dibêje, ‘ew kesên wisa dike lanetkirî ne û her kiryarên wan ji hev xirabtirin û heta ku wê Xweda wan bibe hîlakê.’ Her wiha Xweda dibêje, ‘kesên ku van kiryaran didin meşandin, li dijî Xweda şer dikin û emê wan bavêjin dojehê.’ Ew kesên zindiyan dişewitînin dijminê Xweda ne û hatine lanetkirin.”

‘Berxwedan li ser me hemûyan ferz e’

Mela Zekî Gabarî di dewama axaftinên xwe de tîne ziman ku Xweda dibêje, ‘lanet li ser wan kesane, yên ku zilm û hovîtiyê dibînin û bêdeng dimîne’ û wiha pêde çû: “Kesê mezlûm çi misilman be, çi jî ne misilman be, divê mirov alîkariyê biditê. Olfiroşên Tirkan jî kûfrê dikin, ji ber ku oldarên wan winda bûne û mirovan jî winda dikin. Her wiha zilm û hovîtiya dewletê, di xûtbeyên xwe de dixwînin. Em bang li wan melayên Tirk dikin, dest ji vê nezanîn, zilm û kûfrê berdin, her wiha dest ji olfiroşiyê berdin û werin ser heqîqeta Xwedê. Li dijî zilmê û zaliman derbikevin. Xweda gotiye, ‘divê hemû kes li dijî zilm û kûfrê li berxwe bide’ û berxwedan li ser me hemûyan ferz e.”

‘Birîna darekî weke qetilkirina zarokekî ye’

Mela Zekî Gabarî da zanîn ku tenê di dojehê de şewitandin heye û wiha axaftinên xwe dawî kir: “Kiryarên ku niha dewleta Tirk dike, li dijî Xwedê derketin û şerkirin e. Xweza şewitandin jî, şerê li hember xwedê ye. Li gel Xwedê, şewitandina çiqek a darê, weke ku şewitandina zarokekî tê hesibandin. Xweda gotiye, ‘talankirina xwezayê, weke qetilkirina mirovane.’ Talankirina xweza û qetilkirina mirovan sûcek dijî mirovahî û dijî Xwedê ye. Ji bo vê jî ez bang li oldar, sazî û tevahî kesên xwedî wijdan dikim, li dijî zilm û kûfra dewleta Tirk rabin û li dijî zilmê têkoşîn û berxwedan rewa ye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar