Dayîkên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê wiha gotin: “Şîdet kiryarek dijî mirovahiyê ye. Divê jin û zilam bi hev re li dijî hişmendiya zilam-dewlet têkoşîn bidin meşandin û dem dema azadiya jinê ye.”
Armanc
Herekol
Dayîkên
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê roja
têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê, ji rojanama me re axivîn û banga li dijî
şîdeta li ser jinê derketinê kirin.
‘Divê hişmendiya
zilam-dewlet bê hilweşandin’
Dayîka bi
navê Bedrê Kapar di destpêka axaftinên xwe de anî ser ziman ku heta roja îro jî
şîdet li dijî jinan tê pêkanîn û got: “Beriya PKK’ê di her malê de şîdet di
asta herî jor de bû. Lê piştî PKK derket û şûnde fikrên Rêber Apo belavbû, asta
şîdetê kêm bû. Lê mixabin heta niha jî şîdet li ser jinê tê kirin. Divê êdî ev hişmendiya
zilam-dewlet ji nav civakê rabe. Dem ne dema şîdetê ye. Jin divê êdî şîdetê li
ser xwe qebul neke û li her derê rabe ser lingan. Her wiha divê zilam jî li
hember şîdetê rabe, têkoşîna ku jin didin meşandin wê serbikeve. Ji bo wê jî
divê jin û zilam bi hev re, li her derê cîhanê rabin ser xwe û şerê vê hişmendiya
zilam-dewlet bike.”
‘Ji
şîdeta li ser jinê re na!’
Bedrê di
dewama axaftinên xwe de diyarkir ku şîdet ne tenê lêdane û wiha pêde çû:
“Şîdeta bi ziman, ji ya lêdanê xerabtir e. Hertim keda jin tûne tê hesibandin. Dema
mirov li dîrokê temaşedike, berhem hemû bi detsê jinê hatiye afirandin. Lê ew
berhem weke keda zilam tê hesibandin û ev yek bixwe şîdeta herî mezine li
hember jinan. Ez bang dikim, bila tevahî jin rabin ser xwe bêjin, ji şîdeta li
ser jinê re na!”
‘Divê
jin têkoşîna xwe xurt bikin’
Her wiha
dayîka Helîm Îşlek jî li ser heman mijarê axivî û di destpêka axaftinên xwe de şîdet
wek karek dijî mirovahiyê bi nav kir û wiha axivî: “Ez wek jinek ya wargehê şîdeta
li ser jinan bi tûndî şermezar dikim. Ji destpêka mirovahiyê heta roja îro, ji
aliyê zilam ve jin weke koleyekî hatiye dîtin. Her wiha weke amûrek a zarok
çêkirinê tê dîtin. Lê em jin ne amûrek a zarok çêkirinê ne! Bila êdî jin vê
yekê qebul nekin û têkoşîna heyî xurtir bikin.”
‘Bi
azadiya jinê re azadiya civakê mîsoger bikin’
Her wiha
Helîm Îşlek da zanîn ku jin dikare hemû karan bike û wiha axaftinên xwe domand:
“Jin jiyane û bê jin jiyanek azad çênabe. Azadiya civakê bi azadiya jinê re dikare
çêbibe. Bi saya Rêber Apo, jin bûye vîn, bûye şoreşger, karker û li her derê
pêşengtiyê dike. Ji bo wê jî divê jinên ku heta niha li himber şîdetê bêdeng
dimînin, li dijî vê hişmendiya zilam-dewlet derbikevin. Di roja me ya îro de jî
hişmendiya zilam-dewlet naxwaze jin bibe xwedî vîn. Hertim dixwaze jin wek
koleyekî be. Lê êdî dem hatiye ku jin azad bibe. Li çiyayên Kurdistanê jin şer
dikin û xwedî li mîmarê azadiyê ango li Rêber Apo derdikevin. Ji bo wê peyama
me zelal e, rabin ser piyan, li hember hişmendiya zilam-dewlet têbikoşin û bi
azadiya jinê re azadiya civakê mîsoger bikin.”
0 Yorumlar