"Em Kurdistaneke ku bi van dîrok û bûyerên siyasî hatiye destnîşankirin qebûl nakin. Statuya Kurdistaneke ku emperyalîstan, mêtingeran û feodalan carna bi şer, carna jî bi lihevkirinê destnîşan kirine, ji bo me ne statuya qebûlkirinê ye. Ji bo me ne statuyeke welê ye ku pêşketin li ser çêbibe, partî û gel bi rengekî azad li ser bi pêş bikeve. Ne statuyeke welê ye ku gel ji aliyê siyasî, aborî û çandî ve bi awayekî azad lê bi pêş bikeve. Berevajî vê yekê, em peymanên ku berê li ser li hev hatine kirin, rejîmên siyasî yên di encama van peymanên hiqûqî de ava bûne, saziyên wan ên mêtingeriya aborî û talanê qebûl nakin. Eger em qebûl bikin, nepêkane ku em jiyaneke azad û pêşketî bidin gelên li ser vê xakê.
27'ê
Mijdara 1986'an, digotin 'mehek du meh emrê wan heye'
Tê
bîra we hemûyan; ji bo me digotin, 'Emrê van mehek
e, du meh in, sê meh in, ji vê zêdetir nikarin bijîn'. Lê belê di dîroka
me de rastiya berevajî vê yekê ispat bû. Dijminê me bi hêzeke çiqasî hov û xurt
bi ser me ve bê bila bê, berxwedana me pêşî li van hemûyan girt. Her roj, her
meh, her sal em ji berê bêhtir bi pêş ket û xurt bûn. Tiştên ku gelek kesî di
dilê xwe de pê nehesiyan û qet nekete bîra wan, niha pêk hatin. Heta doh kesî
em ne weke gel didît, ne jî netewe. Niha cîhan tev me nas dike. Dibêjin, 'ji we
re maf û hiqûq divê'. Em berê gelekî jibîrkirî bûn, ji aliyê kesî ve nedihatin
qebûlkirin. Niha hûn jî dibînin, hem li hundir hem li derve, dost û dijmin her kes
me qebûl dikin. Ev yek çawa pêk hat? Divê ev baş bê fêhmkirin. Ev ji ber xwe ve
nebû. Bi nêrîn û hewldanên me bû.
27'ê
Mijdara 1987'an potansiyela mezin bi kar hate anîn
Mîna
ku ez her tim ji we re bi taybetî destnîşan dikim, hûn nikarin potansiyela mezin
bi kar bînin. Bi taybetî hûn nikarin huner û tecrûbeyê derxînin holê û bixin
bin xizmetê. Di vê mijarê de potansiyelê teqez derxînin holê. Ev yek siyasîbûn
e, rêxistinbûn e û ev yek jî leşkerîbûnê xurt dike. Di vê mijarê de divê hemû
yekîne xwedî erk û însiyatîf bin. Divê xwe bi hêsanî li ser piyan negirin, xwe
nespêrin dever û hêzên din. Divê bi hêza xwe, bi taybetî ji asta tîm destpê
bike û bi hêza xwe herêmê kontrol bike, bikeve nava tevgerê û xwe biparêze. Ev
yek wê rê li ber pêşketinê veke.
27'ê
Mijdara 1990'î, xaka xwe neterikînin
Dibêjim,
bi rehetî ji xaka dê û bavan nerevin. Hûn bêkar in, lê nebin koleyên xelkê.
Qala pêwîstiya hilberîna li welêt dikim. Çiqasî paşdemayî jî be nabe ku em
dîroka xwe înkar bikin, divê em bi vê dîroka xwe dakevin. Çiqasî ji hev
parçebûyî jî be, nasnameyeke me heye. Zarokên we birçî û perîşan e, bê dibistan
û bê perwerde ne. Me got ku ev yek rêveçûneke erênî nîne. Ji xwe karê ti ji me
mayînde nîne. Hûn radibin li çar aliyên cîhanê belav dibin. Me got ku ev yek ne
rast e. Me ev rexne kir, me got, 'hûn bitehibin jî, neçar jî bên hiştin li ser
vê bifikirin' û me hin tişt li paş xwe hişt. Em nikaribin niha jiyanê pêşkêşî
we bikin jî, xaka dê û bavan û pêşiyan hatibe talankirin jî, em nikaribin bi
têrkerî ji we re qala vê rastiya me ya dîrokê bikin jî, em nikaribin bi zimanê
xwe bijîn jî, çand û nasnameyeke me heye. Em li ser vê yekê bifikirin.
27'ê Mijdara 1991'ê banga ji bo
konfederasyona Rojhilata Navîn
Banga me heye ku bi gelên Ereb û Îranê re li ser
bingehên serbixwe û azad bi pêş ve biçin. PKK hêzeke şoreşger a Rojhilata Navîn
e. Bi taybetî li dijî polîtîkaya sîstema nû ya cîhanê, xwe dispêre têkiliyên
serbixwe, azad û wekhev ên gelan. Em banga konfederasyona gelên Rojhilata Navîn
dikin. Ev banga me ji niha ve balê dikişîne. Dewlet, kesayet, sazî pê bawerin
ku partiya me hêzeke bingehîn a Rojhilata Navîne, firsendê dide veguherîna wê
ya demokratîk û pêşketina serbixwe. Diyar dikin ku dixwazin weke hêzeke baş a
tifaqê di nava piştevaniyê de bin. Me her tim got ku em li vê yekê vekirî ne.
Hevrêyê me Kemal Pîr ku di damezrandina partiya me de cih girt û milîtanê hêja
yê enternasyonalîst e digot, 'Em alîgirê konfederasyona gelên Rojhilata Navîn
e'. Ev rastî gelekî baş îfade dikir. Em di wê qonaxê de ne ku gavên pratîkî yên
vê yekê werin avêtin.
0 Yorumlar