Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û banga xwedî derketina Rêber Ocalan kirin.


Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera heyeta CPT a ku çûyî Îmraliyê û Rêber Ocalan de, hevdîtin pêknehatiye. Ji bo zelakirina rewşa û şermezarkirina nêzikatiyên CTP’yê, şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşek girseyî li darxistin.

Meş bi tevlîbûna sedan welatiyan, li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir û heta Parka 4’ê Nîsanê ya Rêber Ocalan berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Îmralî”, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bimire Xiyanet” hatin berzkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin bilintkirin.

Meş li parka 4’ê Nîsanê rawetiya û bi deqeyek rêzgiritn daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li ser navê şêniyên wargehê Hevserokê Şardariya Mexmûrê Bedran Pîranî ve hat dayîn.

Bedran Pîran di destpêka axaftinên xwe de balkişand li ser bê helwestiya CTP a li dijî tecrîda girankirî û wiha got: ‘Saziya CTP qaşo dibêjin, em saziyek li dijî êşkenceyêne, lê çima îro hevkariya dewleta Tirk dikin? Em wek civaka Kurd, ji rewşa Rêbertiya xwe bi gumanin. Dewleta Tirk a Faşîst, bi êşkenceyê di kesayeta Rêbertî de, li ser tevahî gelê Kurd dide pêkanîn û CTP jî dike şîrîkê xwe. Nêzikatiyên dewleta Tirk û bêdengiya dewletên navnetewî, cihê şermezariyê ye. Pêwîste gelê Kurd, li dijî vê tecrîda girankirî dakeve qadan û xwedî li Rêber Apo derbikeve.”

Bedran Pîran bang li CPT’yê kir ku erka xwe pêk bîne.

Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Îmralî” û “Bê Serok Jiyan nabe” bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar