Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîd Sara û Rûken hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan Mexmûrê Şehîd Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Şehîd Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) hatin bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) ku di şeva 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya li Mêrsînê, li dijî zextên li zindanan, komkujî û êrişên bi çekên kîmyawî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, çalakiyeke fedayî kiribûn, hatin bibîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos axivî û di serî de tevahî cangoriyên azadiyê bi minetdarî bibîranî û got: “Em wek gelê Kurd deyndarê Rêber Apo ne. Ji ber ku bi saya Rêber Apo niha zarokên me li çiyayên Kurdistanê li hember çekên kîmweyî û xiyanetê, xaka me diparêzin. Her wiha çalakiyên fedayane pêktînin û derbeyên mezin li dijmin dixin. Tola salan hilînin. Heval Sara û Rûken jî, ji wan qehremananin ku li Mêrsînê, bersivek mezin dan dagirkeran. Em minetdarê Şehîd Sara, Rûken û rêhevalên wanin. Em çiqas baxivin jî wê em nekarin ked û karê wan bînin ser ziman. Yek canê wan hebû û ew jî ji bo me fedakirin. Em soz didin, wê ti caran xwîna wan li erdê nemîne û rêya wan rêya me ye.”

Piştî axaftinên Sarya Marînos sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal hatibû amadekirin, hat temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar