Dayîkên şehîdan ên Wargeha Mexmûrê ku zarokên wan bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ve gihiştine şahadetê, bang li tevahî malbatên şehîdan kirin da ku li dijî dagirkerî û karanîna çekên kîmyewî dakevin qadan û gotin; “Em amadene ji zarokên xwe re bibin mertalên zindî."
ARMANC HEREKOL
Dayîkên şehîdan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rsutem Cûdî
(Mexmûr) ku zarokên wan bi çekên kîmyawî yên dewleta Tirk ve, li cih û dîrokên
cûda yên li Herêma Parastina Medyayê gihiştine şahadetê, ji rojnama me re axivîn
û bang li malbatên şehîdan kirin ji bo ku xwedî li gerîlayan derbikevin.
‘Em nabin koleyê dewletê’
Medîna Kara ku keça wê Mardîn Penaber (Beybûn Kara) gerîlaya
YJA-Starê bû û di 4’ê Tîrmeha 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya
Metînayê li gel 4 hevrêyên xwe di encama êrişên çekên kîmyewî de şehîd bibûn,
di destpêka axaftina xwe de tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got:
“Ez wek dayîka Şehîd Mardîn, heta dawî li gel şehîdên xwe me. Çekên kîmyawî
sûcê şer e. Lê belê cîhan ji van çekan re bêdenge. Wek malbatên Şehîdan divê em
bêdeng nemînin. Zarokên me niha li Zap, Avaşîn, Metîna û her derê Kurdistanê li
hember dewleta faşîst a Tirk şer dikin û me diparêzin. Em wek dayîkên Şehîdan
amadene bibin mertalên zindî. Em nabin koleyê dewletê, emê heta dawî wek
zarokên xwe li berxwe bidin. Mirov ji bo zarok û axa xwe jiyan dike, ji bo wê
divê em xwedî li zarokên û axa xwe derbikevin.”
‘Werin em xwedî li zarokên xwe derbikevin’
Medîna Kara balkêşa li ser cerdevanên ku di operasyonê de
cih digirin û wiha kîn û hêrsa xwe ya li dijî wan bilêv kir: “Cerdevanên bê
exlaq û bê rûmet, tevlî operasyona dewleta Tirk dibin û tên diziya Kurdistanê
dikin û xwezaya me wêran dikin. Ew çeteyên bê exlaq û qirêj çawa dikarin li gel
dijmin cih bigirin. Her wiha PDK jî bûye cerdevanê dewleta Tirk. Bê exlaqên
PDK’ê pêşî li maskeyan girtin nehiştin gerîla bigihijin wan maskeyên gazê.
Banga min ji tevahî dayîkên gerîla û şehîdan re heye, dem dema xwedî li zarokên
xwe derketinê ye. Werin em xwedî li zarolên xwe derbikevin.”
‘Wijdan nemaye’
Her wiha Taybet Kapar ku keça wê Şehîd Amara Cûdî (Cîhan Kapar) ku gerîlaya YJA-Starê bû, li gel çar hevalên xwe di 8’ê Nîsana 2021’an de li Avaşînê di encama çekên kîmyewî de şîhîd bibûn, wiha bertek nîşanî karanîna çekên kîmyawî û bêdengiya ji dewleta Tirk re da: “Çekên kîmyawî li her derê cîhanê hatine qedexekirin, lê belê dema ku li ser Kurdan tê bikaranîn, ne qedexe ye. Dewleta Tirk Kurdê mirî dixwaze, wek PDK’ê dixwaze. Bi salane ev çeka qedexekirî tê bikaranîn, lê van du salên dawî de gelek zêde tê bikaranîn. Weke din bêdengiya heyî jî her ku diçe berdewam dike. Me di dîmenên Şehîd Baz û Helbest de jî dît ku ka çawa ev çek tê bikaranîn. Êdî eşkereye dewleta Tirk van çekan bikar tîne. Wek malbat piştî van dîmenan em nikarin bêdeng bimînin. Wijdan nemaye, bêdengî hevkariye.”
‘Cîhan bêdeng jî be, em bêdeng nabin’
Taybet Kapar herî dawî bang li tevahî Kurdên xwedî wijdan
kir, ji bo ku li dijî karanîna çekên kîmyawî bêdeng nemînin: “Ez wek dayîkek a
şehîdan bang li malbatên gerîlayan, şehîd û şervanan dikim, tevahî kesên xwedî
wijdan û kesên ku dibêjin ez mirovim, divê li hember van çekan bêdeng nemînin.
Cîhan ji van çekan re bêdenge, lê em bêdneg namînin.”

.jpg)
.jpg)
0 Yorumlar