Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Wargeha Mexmûrê li ser 25’ê Mijdarê semînerek hat dayîn

Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta ser jinê, semînerek da xwendevanên dibistana amadeyî.


Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta ser jinê, semînerek da xwendevanên dibistana amadeyî.

Seminer li lokala dibistana amadeyî, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Semîner ji aliyê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan, Bêrîvan Îşlek ve hat dayîn.

Di semînerê de bal hat kişandina ser şîdeta li ser jinê û têkoşîna ku li dijî şîdetê tê meşandin û bi kûrahî hat nirxandin. Her wiha li ser cûreyên şîdetê jî hat axaftin û ji bo ku pêşî li şîdetê bê girtin pêşniyar û alternatîfa perwerdeyê hat kirin. Bi wê ve girêdayî şîdeta li ser jinê weke şîdeta li ser civakê hat binavkirin û di dawiyê de jî çend pirsên girêdayî semînerê ji xwendevanan hat kirin.

Semîner bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar