Ev
deh sale li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi beşdariya hemû pêkhateyan pergaleke
demokratîk ku bingehê xwe ji fikrê Rêber Apo digre hatiye avakirin. Lê taybet
jî dewleta dagirker a Tirkiyê vê pergalê hezim nekir û ji bo têkbirina vê
pergalê serî li hemû rê û rêbazên qirêj dide. Destpêkê bi dagirkirina Efrîn,
Serêkaniyê û Girê Spî ve xwest pêşiya vê projeyê bigre lê ev jî têrênekir.
Rojane bi destê çeteyan welatiyên heremê dikuje, direvîne û guhertina
demografîk li van deveran pêk tîne. Dewleta dagirker ku nema dikare bi çeteyên
bi navê artêşa azad û DAIŞ’ê armancên xwe pêk bîne, vê carê li heremê
bermahiyên El-Qaîde, çeteyên El-Nusra di serî de li Efrîn û heremên dagirkirî
bicih kir. Ev gava dewleta dagirker bê guman bê Rusya, hikûmeta Şamê û heta
Amerîkayê ne pêkane pêk bê. Taybet bi cihkirina van çeteyan li Efrîn û xeta
Şehba û Minbicê her wiha li Serêkaniyê dide xuyakirin ku li dijî pergala Netewa
Demokratîk planeke qirêj di meryetê de ye. Dewleta dagirker rojane jixwe li
hermên Rêveberiya Xweser gef dixwe, topbaran dike, êrişên hewayî li dijî
pêşengên vê rêveberiyê pêktîne û herî dawî jî dixwaze bi rêya El-Nusra
dagirkeriya xwe ya li heremê mayînde bike. Dewleta qirker taybet jî desthilatdariya
AKP-MHP’ê ji bo vê plana xwe pêkbîne gelek bilez dike, ji ber ku li Tirkiyê
hilbijartin nêz dibe. Lê ji ber ku ev desthilatdarî ji aliyê aborî, siyasî û
civakî ve Tirkiye têk biriye îhtîmala serkeftina wî gelek lewaz bûye. Ji wê re
serkeftinek pêwîste, vê plana qirêj jî li dijî tevgera azadiya Kurdên Azad dixe
meryetê. Xwestin bi êrişa li ser Avaşîn, Zap û Metîna bigihije encamekê lê
berxwedaniya gerîla plana wan a qirêj vala derxist û encam negirtin. Dewleta
qirker niha bi plan û projeyên derew dixwaze êrişî Rojava bike, herî dawî jî
xwest bi teqîna Taksîmê vê plana xwe pêk bîne. Ev plan rastî jî gelek armanc di
nav xwe de dihewîne, dewleta dagirker bi
teqîna Taksîmê ve dixwaze bi kevirekê sê, çar çûkan bixe. Yek, tevgerên Kurdan tengavbike,
têxe lîsteyên qedexekirî. Du, ji bo êrişeke nû ya li ser Rojava, civakê amade
bike. Sê, aliyên olperest û netewperest bikarbîne û da ku HDP'ê bêbandor bikin.
Çar, Rojeva çekên kîmyewî yên ku Zapê bikartîne bigûherîne. Pênc, ji bo êrişa ku
li ser Rojava tê kirin muxalefetê bêdeng bike û bi vê yekê serkeftina
hilbijartinê teqez bike. Lê ev plana wan di destê wan de teqiya. Her kesî
fêmkir ku ev senaryo ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP û MÎT’ê ve hatiye
amadekirin. Lê gotinek heye dibêjin, di Osmaniyan de lîstok naqedin. Dewleta ku
li ser qirkirina Kurdan avabûye ji bo Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebin
xwedî statû gelek tavîz dan dijberên xwe û hîn jî dide. Herî dawî hewildanên
lihevkirinê ya rejîma Erdogan a bi hikûmeta Şamê re jî girêdayî vê yekê ye.
Niha dewleta qirker ji Idlibê heta Dêrika Hemko bikûrahiya 40 km dixwaze
kembera Erebiya ku Rejîma Baasê nivî de hiştibû, dixwaze bi cihkirina çeteyên
DAIŞ, El-Qaîde, yên îxwanî vê kemera Erebî ya hişmendiya sine û tundraw
avabike. Xuyaye ev plan bi kêfa hikûmeta
Şamê jî diçe, ji ber ku derveyî çend axaftinên şermik ti gav navêje. Tevî vê
helwesta xirab jî Rêveberiya Xweser bi israr dixwaze bi gelên Sûriyê re
bigihêje çareseriyeke hevpar da ku bandorên dewletên derve li ser Sûriyê rake.
Ji ber ku Rêveberiya Xweser dizane çareseriyeke derveyî wan wê Sûriyê ber bi
perçebûnê ve bibe. Ji bo wê di çareseriya Sûrî-Sûrî de Israr dike. Jixwe li
hember van hemû planên qirêj hêzên parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gel
di çarçoveya şerên gel ê şoreşgerî de di nav amadebaşiyekê de ne. Gel û hêza ku
xwe li ser hişmendiya Rêber Apo rêxistinkirine bi biryarin axa xwe li hember
dagirkeriya dewleta Tirk biparêzin.
Mawa Tolhildan

0 Yorumlar