Welatiyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kirin û bang li gel kirin da ku ji bo şikandina tecrîdê demildest çalakiyên heyî xurtirbikin û dakevin qadan.
Armanc
Herekol
Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kirin û diyarkirin ku Rêber Apo xeta wan a sor e.
‘Bi
saya Rêber Apo em ketin ferqa hêza xwe’
Welatiya
bi navê Ezîme Avyanî di destpêka axaftinên xwe de tecrîd şermezar kir û got: “Wek
jin, em minetdarê Rêber Apo ne. Beriya Rêber Apo, em jin di bin betonê de bûn,
me ne dikarî em baxivin û jiyan bikin. Ti hêza me nebû da ku em li mafên xwe
bipirsin. Lê piştî ku Rêberê me, Rêber Apo dest bi şoreşê kir, em jî bi saya
Rêber Apo ketin ferqa hêza xwe. Bi saya fikrên Serok Apo, bi saya perwerdeya ku
me ji Serok Apo girtî, niha em bûne vîn û em bûne hêzek mezin. Bi hezaran jinên
Kurd li her derê Kurdistanê li dijî zilamên serdest û dewleta faşîst li ber xwe
didin û mafê xwe distînin. Bi milyonan jinên biyanî li her derê cîhanê xwe bi
fikrên Rêber Apo perwerde dikin û li cewhera xwe vedigerin. Ji bo vê yekê
Serokatî xeta me ya sor e.”
‘Dem
dema azadiya Serokatî û jinê ye’
Her wiha Ezîme
Avyanî di dewama axaftinên xwe de bal kişand li ser bêdengiya dewlet û CPT’yê ya
ji tecrîdê re û anî ser ziman ku divê jin xwedî li Rêber Apo derbikevin û
deriyê Îmraliyê bişkînin û wiha pêde çû: “Ev demek dirêje ku em agahî ji Rêberê
xwe nagirin, divê demildest hevdîtin bê kirin û tecrîd bê şikandin. CPT û
dewlet ji tecrîdê re bêdengin û ev rewş xweşa wan diçe. Lê em wek jin vê yekê
qebûl nakin, divê em jin xwedî li Rêber Apo derbikevin û dakevin kolanan. Dem
dema azadiya Serokatî û jinê ye.”
‘Demildest
CPT divê bersivekî bide me’
Her wiha welatiyê
bi navê Hacî Ehmed Nerexî jî di destpêka axaftinên xwe de CPT şermezar kir û
anî ser ziman ku CPT gelê Kurd dixapîne û wiha axivî: “Zilma herî mezin, tecrîda
li ser Rêber Apo tê kirine. Tecrîd sûcek dijî mirovahiyê ye. Ji bo wê jî zilmek
mezin li Rêberê me tê kirin. Rêber Apo vîna me ye û ev tecrîd di kesayeta Rêber
Apo de li tevahî gelê Kurd tê kirin. CPT diyar kir ku serlêdan bi Rêber Apo re
kiriye. Lê mixabin ti agahî parvenekirine, CPT jî me dixapîne. Nêzî 20 heyvane ti
agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em wek gelê Kurd qebûl nakin û divê demildest
CPT bersivekî bide.”
‘CPT
HEVKARE DIVÊ EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’
Herî dawî
Hacî Ehmed Nerexî bal kişand li ser zagonên dewleta Tirk û yên navnetewî û
diyar kir ku dema mijar dibe Kurd û Serokatî, hemû jî zagonên xwe binpêdikin û
wiha axaftinên xwe domand: “Li gor zagonan, divê niha Serokê me wek girtiyek
siyasî hatiba destgirtin. Lê mixabin niha Serokê me bi tecrîd û îzolasyonên
dijî mirovahiyê tê girtin. Dewleta Tirk zagonên xwe jî binpê dike. Hevdîtin
tiştek exlaqî ye, lê mirovên bê exlaq vê yekê nizanin. Serok Apo hêviya tevahî
gelên bindest û bi taybet a gelê Kurd e. Ji bo wê em heta dawiyê li gel Rêber
Apo ne û emê timî felsefeya wî jiyan bikin. Lê divê em êdî vê tecrîda bê exlaq
ji holê rakin û jiyanek azad bijîn. Bang dikim, tevahî gelên ku azadiya xwe
dixwazin divê dakevin qadan û ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Ji bîr nekin
azadiya Rêber Apo azadiya jin û civakê ye.”



0 Yorumlar