Em
dizanin ku berê jî serhildan û nerazîbûnên gel li hemberî rejîmê pêş ketine.
Rejîma heyî jî ji bîrdoziya xwe wêdetir îdeolojiyek olperest, neteweperest,
zayendperest û ji derveyî xwe ti ol, bawerî û neteweyek din napejirîne û di
heman demê de di destpêka damezrandina xwe de li ser bingehê tepisandina jinê
ev rejîm, fikir û bîrdoziya xwe avakiriye. Bi awayek hemwext çewisandina
neteweyên din, jin du caran tê çewisandin. Ji ber ku hem weke neteweya xwe û
hem jî weke jin 2 caran ji hêla vê rejîmê, îdeolojiya ku ev 43 salin
desthilatiya xwe li ser gel ferz dike tên tepisandin. Weke beriya niha jî me
behs kirî li hemberî bê edaletiyên ku ev desthilat li ser gel ferz dike timî
nerazîbûnên gel berdewam bûye. Lê ji ber ku ew nerazîbûn nekarîne bi temamî
hemû daxwazên neteweyan, çîn û beşên nava civakê îfade bike, lewma li cihekê li
pêşiya wê astengî hatiye danîn û hatiye tepisandin. Her çiqas bedêlên mezin jî
hatine dayîn, bi sedan kes birîndar bûne, hatine girtin û jiyana xwe ji dest
dane, lê heta astekê berdewam bûye. Lê niha bi rastî jî ji ber pêşengiya wê jin
dike cuda ye. Jixwe pêşengiya jin di vir de xala bingehîn e. Li her cihê ku jin
pêşengî bike, dikare serketinê bi xwe re bîne, ji ber ku hişmendiya zilamsalar
û desthilat demekê serket ku li ser bingehê bê îradekirin û dagirkirina fikir,
ruh û bedena jin pergala xwe damezirand. Ji bo wê jî di kesayeta jin de civak
xiste asta ku îro em rojane dibînin gel tê parçekirin û qetilkirin.
Berzkirina
dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” di van serhildanan de nîşan dide ku di rastiyê de
ev yek tenê dirûşmeyek nîne, tenê ji bo çîn û beşekê civakê nîne, hemû çîn û
beşên civakê ligel jin û mêr, kal û pîr, ciwan û zarokên 16-17 salî ku canê xwe
feda kirine, ev dirûşme berzkirin û êdî bûye gotina li ser zimanê hemû çîn, beş
û ferdên civaka Îranê bi taybet jî yê
Rojhilatê Kurdistanê. Ji bo wê berzkirina vê dirûşmeyê ji aliyê gel ve bi
têgihîştinê ve tê gotin. Tenê ne tiştekî wisa ye ku li ser ziman be, ji ber ku
weke min behs kirî eger tenê bi gotin bûya, di rastiyê de dibe ku bi yek du car
ev dirûşme bihatibûya berzkirin. Lê em niha dizanin ku êdî ev bû 2 meh ku di
bin vê dirûşmeyê de serhildan didomin, di bin vê dirûşmeyê de êdî gel îqna bûye
ku heta dawiyê wek me behs kirî di kesayetiya jin de civak hat bê îradkirin û
anîne vê astê, heta ku careke din jin nebe xwedî îrade, hizir, beden û biryara
xwe, wê civak jî nekaribe û roja xweş wê nebîne. Lewma ferdên civaka Îran û
Rojhilatê Kurdistanê bi vê têgihîştinê vê dirûşmeyê berz dikin. Ji ber ku
heqîqeta jiyana rasteqîn a civakê di bin vê dirûşmeyê de veşartiye û gel jî bi
vê têgihîştinê berz dike û bixwe di nava van serhildanan de xwe peyda kirine. Em
dibînin neteweya Faris, Ereb, Belûç, Azer, Kurd bi yek dengî hatine bahev û
niha jî hemû bi piştevaniya hevdu bi yekdengî li qadanin û berdewam e. Ligel vê
yekê jî hatine bahev û piştevaniya
neteweyên din a ji bo hevdu ya di van serhildanan de, ew siyaseta Îranê ya
‘parçe bike û birêve bibe’ wate parçe bike û desthilatdariya xwe ferz bike û
hikûmeta xwe birêve bibe, vala derxistiye. Ev peyam dan dewletê ku tu çiqas
bixwazî belav bikî, parçe bikî, nakokiyan di navbera neteweyan de derbixî, lê
weke me beriya niha jî bi hevre mil daye hevdu û bi hevre xebat birêve biriye,
bi hema şêwazê êdî ev siyaseta te ji bo me aşkere bûye û em bi ti awayî wan
tiştane qebûl nakin. Ev peyameke pir girîng bû ku piştî yek ji peyamên “heta
jin azad nebe wê civak azad nebe.
Zêdetirê
2 mehin bi ser van nerazîbûn û xwepêşandan re derbas dibe, em dibînin ku rojane
gel li qadan û kolananin û nerazîbûnên xwe li dijî vê rewşê tînin ziman. Em
dibin şahid ku zêdetirî 15 hezar girtî heye, bi sedan birîndar û zêdetirî 300
kesan jiyana xwe ji dest dane. Lewre di esasê de bi berzkirina van dirûşmeyên
ku gel pê bawer dike û rojane van dirûşmeyan berz dikin û hatina bahev a gelan,
yekdengî û yekrengiya ku di navbera hemû çîn û beşên civakên li Îran û
Rojhilatê Kurdistanê çêbûne.
Di
rastiyê de gelên li Îranê û bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê xwedî dîrokekê ne
ku ti carê ev desthilatdariye erê nekirine û ti carî li ber tepisandin û
dagirkerî çok nedanîne, lewma xwedî dîrokekî tije têkoşîn û berxwedan e li
hemberî vê hişmendî û sîstemê. Ji bo wê jî bingehek wê heye, her çiqasî mirov
nikare hebûn û bandora partiyên siyasî înkar bike, lê di rastiyê de ew
serhildanên ku çêbûne û ev şoreşa ku niha heyî bi şêweyeke xweber bûye û bê
guman bandora partiyan û rêxistinkirina wan hebûye û niha jî heye. Lê zêdetir
gel bixwe li ber maf û daxwazên xwe hişyar e, dizane ku çi dixwaze û pêwîste
xwe di aliyê fikrî û fîzîkî de çawa xwe biparêze û gavên çawa bavêje. Hebûna
partiyên siyasî girîng e û gel bixwe jî xwe bi xwe rastî fêm kiriye û dizane ku
çi bike û çi gavekê bavêje.
Bêrîvan Şaho

0 Yorumlar