Ticker

10/recent/ticker-posts

ROJEV PIRS DIKE: 25’ê Mijdarê çiye ?

Bersivên gel:


-Qebûlkirina fikrê azad e.

-Li dijî qetilkirina jiyana jinê, têkoşîn kirin e.

-Jina têkoşer e.

-Têkoşîna li hember tundûtûjiyê ye.

-Têkoşîna jiyanek azad e.

-Xeyalê jiyana azad e.

-Roja parastina heqîqeta jiyanê ye.

-Stiriya gule ye.

-Tundûtûjiya zilam ya li dijî jinê ye.

- Yekemîn avêtina tovê azadiya jinê ya li dijî tundûtûjiyê ye.

-Li hember kedxwariyê berxwedan e.

-Tola hezar salan e.

-Ji nû ve zindîkirina jiyana jinê ye.

-Hêviya jiyan ye.

Di 25’ê Mijdara 1999’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek roja navnetewî ya têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jinê hatiye ragihadin. Her sal di vê rojê de tundûtûjiya li ser jinê tê şermezarkirin. Sedemê ku ev roj hatiye hilbijartin, bûyera sala 1960’an ya li Komara Domînîkê hatibû pêkanîn e. Di wan pêvajoyan de Komara Domînîk ji aliyê sîstemek dîgdator û xwînmij ve dihat birêvebirin. Serokê wê demê yê Komara Domînîkê Rafael Trujillo bû û yê ku pêşengtî ji wê hişmendiyê re dikir jî ew bû. Ji bo têkoşîna hersê xuşkên Mîrabel ya li dijî dîgdatoriya xwe bidin şikandin, di roja 25’ê Mijdara 1960’an de hersê xuşkên Mîrabel tecawîz dikin û piştî tecawîz dikin bi hovane tên qetil kirin. Dema em li roja xwe ya îro jî temaşe dikin, heman hişmendiya ku di salên 1960’an de li Domînîkê hatî jiyankirin dî roja îro de jî li ser kare. Pergala ku niha cîhanê birêve dibe her roj xwîna mirovan dimije. Pargala Kapîtalîst dijminê fikrê jinê ye. Ji bo ku jinê tine bike û ji bo xwe bide karanîn hertîşt ji xwe re maf û rewa dibîne. Ne tenê xuşkên Mîrabel, bi hezaran jinên têkoşer kirin qûrbanê sîstema xwe ya baviksalar.  Mînak di sala 2013’an de sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî li Parîsê bi destê zilamên serdest hatin qetilkirin. Di sala 2016’an de jî li Silopya yê Pakîze, Sêvê û Fatma bi heman hişmendiyê hatin qetilkirin. Cardin Denîz Poyras, Fîrdewis Babat, Nagîhan Akarsel, Gulistan Duku û hezaran jinên din bi destê desthiladaran hatin qetilkirin. Ji bo li hember van desthiladaran serî bê rakirin, di roja 25’ê Mijdarê de jinên cîhanê bi yek armancê dengê xwe bilind kirin. Di heman demê de roja ji neheqan, zordar, zilimkar û serdestan hesap pirsinê ye. Jinê ti carî ew tûndûtîjî nepejirandiye û napejîrînin. Ji xuşkên Mîrabel, Zarifeyan bigire hata Besê Anûşan, Rindexan heta Şîrin Elemhûrî û niha jî Jîna Emînî ku bûye sembola berxwedana jinên têkoşer. Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ jin îro li hemû qadên jiyanê ye û tola hezar salan ji desthilatan tê girtin. Gerîlayên azadiyê di ceperên şer de dibin tang, top û kîmyabaranê de berxwedidin û dijmin felcdikin. Jinên Şengal, Mexmûr, Rojava, Bakur, Rojhilat, Başûr û Awrupa li ser feleseya Rêber Apo nîşan daye, xwe zana dikin û pêşenktiyê ji civaka exlaqî û polîtîk re dikin. Çawan ku Rêbertî dibêje: ‘Setsala 21’an setsala jinê ye’  îro jî li her derê cîhanê jin rabûna ser xwe û têkoşînê li dijî tûndûtîjiyê dikin. Şoreşa jinên Rojava, şoreşa jinên Rojhilat û Îranê bûye çavkaniya têkoşîna jinê ya li hember tûndûtîjiya li ser jinan. Ne tenê jinên Rojhilata Navîn, belku hemû jinên cîhanê û jinên Entarnasyonalîst û bi taybetî jî ji jinên Ereb re bûye altarnatîfa jiyana azad. Her wiha van hemûya xwe bi fikrê Rêber Apo pêşxistin û pêşengtiyê ji şoreşa jinên  cîhanê re dikin. Lewma îro li hemû aliyên cîhanê jin bi dirûşmeya Rêber Apo ya ku dibeje; ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî sîstema destjhilatdar û zilamê serdest têdikoşîn.


Yorum Gönder

0 Yorumlar