Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo şehîdên Dêrikê li Mexmûrê konê sersaxiyê hat danîn

Li Wargeha Mexmûrê ji bo Şehîd Çîçek Harûnî û 10 rêhevalên wê yên ku di komkujiya Dêrikê de gihiştine şahadetê, konê sersaxiyê hat danîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo 11 Şehîdên komkujiya Dêrikê Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubêd Xalid, Mehmûd Elî, Fayîz Ebdullah, Nûrî Çîftçî, Hisên Xilto û Mazin Osê konê sersaxiyê hat danîn.

Şêniyên Mexmûrê bi her sê Meclîsên xwe ve, serdana konê sersaxiyê kirin û di serî de deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiyê girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê xebatkar û her sê Meclisên wargehê Fedîle Pîranî axivî û sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û tevahî gelê Rojava re xwest û got: “Dewleta Tirk har û dîn bûye, dixwaze gelê Kurd qir bike. Lewma îro li her derê Kurdistanê êrişî hemû kesê dike. Rojnamevan tên şehîdxistin û zarok tên qetilkirin. Dewleta Tirk êdî bûye bela serê tevahî mirovahiyê. Bi hinceta êrişa Stenbolê, êrişî Rojava dikin. Em wek gelê Kurd vê yekê qebul nakin. Kesên ku li Rojava gihiştine şahadetê, em bi minetdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber keda wan de ditewînin. Serê malbat û Rêber Apo saxbe.”

Piştre li ser navê malbata Şehîd Çîçek Harûnî jî Şivan Cizîrî axivî û diyar kir ku wê ew wek malbata şehîdan timî li ser doza wan bimeşin û got: “Şehîd ne tenê şehîdê me ye, şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Şehîd Çîçek ev 31 salbû di nava tevgerê de. Heta dawî li ser erka xwe bû. Em wek malbat serbilindin û emê timî li ser xeta wan bimeşin. Rêya Şehîd Çîçek rêya me ye û em ti caran nasekinin. Wê serkeftin bibe ya Şehîd Çîçek û rêhevalên wê.”

Herî dawî dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

  

Yorum Gönder

0 Yorumlar