Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê gotin: “Şîdeta li ser jinê, şîdeta li ser civakê ye. Divê tevahî gel û kesên ku dixwazin civak azad be, di 25’ê Mijdarê de bi diruşmeye ‘Jin Jiyan Azadî’ bi herikin qadan.”
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şideta Li Ser Jinê, şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji rojnameya me re axivîn.
‘Gerîlayên jin di çeperan de derbeyan li mejiyê dewletê dixin’
Welatiya bi navê Rûxweş Efrîn di detspêka axaftinên xwe de şîdeta li ser jinan bi tûndî şemezar kir û got: “Em di kesayeta şoreşgerên şehîd ên jin de, tevahî jinên ku hatine qetilkirin bi bîr tînin û bejna xwe di ber keda wan de ditewînin. Wek jinek, ez tevahî şîdetên li ser jinan bi tûndî şermezar dikin. Niha di çeperên şer de, jinên me yên Kurd weke gerîlayên jin, li dijî zihniyeta dewleta faşîst têdikoşin û derbeyên giran li mejiyê dewleta paşverû didin. Wek jinên Mexmûrê, em silavên xwe ji tevahî jinan re dişînin û bi taybetî jî em silavên xwe ji gerîlayên YJA-STAR’ê re dişînin.”

‘Ji şîdetê re bêjin na!’
Rûxweş Efrîn di dewama axaftinên xwe de anî ziman ku di pêşiya wan de 25’ê Mijdarê heye û ji bo ku di roja 25’ê Mijdarê de her mirovek li dijî şîdetê dakeve kolanan ev bang kir: “Divê em di 25’ê Mijdarê de kolanan tejî bikin û şîdetê tûne bikin. 25’ê Mijdarê ji bo jinan, rojekî bi wate ye. Ez wek jinek a wargehê şîdeta li ser jinan şermezar dikim û têkoşîna li dijî vê şîdetê jî ez pîroz dikim. Ez bang li tevahî jin û zilaman dikim, di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan û ji şîdeta li ser jinê re bêjin na!”
‘Sîstem dixwaze jin bibe koleyê zilam’
Mamosta Beşîr Gabarî jî li ser heman mijarê axivî û di serî de şîdeta li ser jinê wek şîdeta li ser civakê bi nav kir û wiha axivî: “Şîdeta li dijî jinê, ji desthilatdariyê tê. Şîdeta destpêkê ya li ser jinê, ji destpêka mirovahiyê bi berhemên jinê ji destê jinê standinê re destpê dike. Ev zihniyet heta niha jî nehatiye tûnekirin. Sîstema desthilatdar timî xwestiye jin bibe koleyê zilam. Şîdeta li ser jinê koletiya civakê ye derxistiye holê. Di 25’ê Mijdarê de şîdeta li ser jinê hatiye qebulkirin û ev roj di navnetewî de wek roja têkoşîna dijî şîdeta li ser jinê hatiye pejirandin. Şîdet sûcekî dij mirovî ye.”

‘Wê bi destê jinê civak azad be’
Mamosta Beşîr Gabarî di dawiya axaftinên xwe de ev bang li jin û zilaman kir: “Di roja 25’ê Mijdarê de, ne tenê jin divê tevahî jin û zilam dijî vê şîdetê rabin qadan û têbikoşin. Kesê ku bêje ez dixwazim jin azad be, divê dakeve kolanan û mil bi milê jinan têbikoşin. Em şîdetê bi ti awayî qebul nakin, ji ber ku feraset û felsefeya me a jiyanê ku em ji Rêber Apo digirin vê yekê ji me re diyar dike. Divê em hemû dijî şîdeta li ser jinê derbikevin da ku em civakê azad bikin. Mînaka berbiçav Rojhilatê Kurdistanê ye, temaşe bikin ev çend heyvin jinên Rojhilatê Kurdistanê dijî zihniyeta desthilatdar têdikoşin û ji bo azadiya xwe her roj bê navber li kolananin. Bi destê vê zihniyetê jin, ciwan û civak tê qetilkirin. Ji bo wê divê em dijî vê zihniyetê têbikoşin. Pêşengtî ji aliyê jinê ve tê kirin û wê hemû civak bi destê jinê bê rizgarkirin.”

0 Yorumlar