Ticker

10/recent/ticker-posts

4. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 4. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê ku danê sibehê hatibû destpêkirin, bi sozdayîna endamên Meclîsa Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi dawî bû.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 4. Kongreya Tevgera Jinên Jinên Ciwan ên Mexmûrê ku danê sibehê bi dirûşmeya ‘Wek jinên ciwan, bi ruhê serhildana demê emê tecrîdê parçe bikin, şoreşa jin ava bikin’ bi 300 delegeyan hatibû destpêkirin, bi sozdayîna endamên Meclîsa Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi dawî bû.

4. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê li salona konferansê ya wargehê bi beşdarbûna sedan delege û mêvanên ku ji Şengalê hatî rojekî berdewam kir. Salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 17 şehîdên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûyîn, Şehîd Sara, Rûken, Nagîhan û gelek pêşengên Tevgera Azadiya jin hatibû xemiladanin.

Di Kongreyê de perspektîfên Rêber Ocalan hatin xwendin û piştre raporên sê salan ên kar û xebatan hatin xwendin. Her wiha rewşa siyasî û rêxistinî bi berfirehî hat nîqaşkirin. Di berdewamiyê de sînevîzyon hat temaşekirin û piştre rêzikmane hat xwendin û pejirandin.

Ber bi dawiyê ve pêşnûmebiryar hatin girtin û hilbijartina meclîsê pêkhat. Endamên Meclîsa Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê soz dan û herî dawî jî daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan Selma Bozan ve hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye: 

“Me 4. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi serkeftî bi dawî kir. Wê ev kongre bibe hêza têkoşîn a jinê. Kongreya me wê bibe mînakek ji tevahî cîhanê re. Wê hêz û vîna jinê, bibe bersivek mezin ji dijmin re. Kongreya me bû bersivek mezin ji wan kesên ku dixwazin wargehê belav bikin re. Îradeya jinên ciwan, wê faşîzmê hilweşîne. Em ê bi sekna xwe û bi şerê gelê şoreşgerî berxwedana xwe serbixin. Wê ti hêz nekare jinên ciwan binbixe û emê bi vê kongreya serkeftinê tacîdar bikin.”

Herî dawî 4. Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar