Ticker

10/recent/ticker-posts

Şaredariya Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê dar çandin

Şaredariya Wargeha Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê şitlên daran çandin.


Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê li parka 4’ê Nîsanê bi dehan şiltên daran şandin.

Beriya ku dar bên çandin deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên jin hat girtin û piştre ji aliyê Hevşaredarê Mexmûrê Bedran Pîran ve, li ser girîngî û wateya 25’ê Mijdarê axaftinek hat kirin.

Bedran Pîran di serî te şîdeta li ser jinê bi tûndî şermezar kir û got: “Hertim jin hatiye çewisandin û keda wan hatine perçiqandin. Lê bi saya Rêber Apo êdî jin bûye xwedî îrade û dikare her tiştî bike. Her wiha niha li çiyayên Kurdistanê jin xwedî li xaka xwe derdikevin û li berxwe didin. Em wan silav dikin. Bi vê boneyê em dixwazin bi çandina daran, piştgirî bidin têkoşîna li dijî şîdeta ser jinê.”

Piştî axaftina Bedran Pîran dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin bilind kirin.

Herî dawî ji aliyê tevahî xebatkarên Şaredariya Wargeha Mexmûrê ve şitlên daran hatin çandin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar