Xwendevan û mamostayên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Ji zîndanê derxistina Rêber Apo, deynê stuyê me û tevahî mirovahiyê ye.”
Xwendevan û mamostayên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî
(Mexmûr) bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Ocalan bi tûndî şermezar kirin û bang li raya giştî kirin ku demildest ji bo
şikandina tecrîdê rabin ser piyan.
Daxuyanî li ber derê Parka Şehîd Aryen Cûdî, bi tevlîbûna
hezaran xwendevanan û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê
daxuyanî ji aliyê xwendevanê bi navê Sîpan Yaman ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Dagirkeriya Tirk xwe li ser xwîna Kurdan daye
avakirin. Her wiha li ser xwîna Kurdan heta roja îro xwe dane jiyankirin. Rêber
Apo ti caran serê xwe li ber dagirker û xwînmijan ne tewandiye. Rêber Apo
tevahî jiyana xwe ji bo azadiya gelê bindest bikaraniye. Bi tecrîdê xwestin
Rêber Apo ji gel û gerîla bidin dûrkirin. Lê armanca wan serneket û Rêber Apo
plana wan vala derxist. Ji bo wê dijmin niha berê xwe daye çiyayên azad û her
roj çekên qedexekirî li dijî gerîla dide bikar anîn. Lê gerîlayên Serokatî jî
ev armanca wan vala derxist. Ji bo wê dijmin har û dîn bûye.
Divê em bizanin, parastina rûmeta gelê Kurd, parastina Rêber
Apo ye. Bêdengkirina Rêber Apo, tunekirina mirovahiyê ye. Em bang li tevahî
gelê Kurd û dostên Kurdan dikin, divê em ji bo parastina rûmeta xwe, hîn
zêdetir têkoşîna xwe xûrt bikin. Heta ku Rêber Apo azad nebe, wê ti mirovahî
azad nebe. Ger hun bixwazin di nava aramî û aştiyê de bijîn, werin em bi yek
dengî dijî tecrîdê rabin û tecrîdê bişkînin.
Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin, ger hun bixwazin aramî
di nava Rojhilata Navîn de çêbibe, demildest dewleta Tirk û kiryarên wan bê
bandor bikin. Ger dewleta Tirk neyê bê bandor kirin, wê bibe bela serê tevahî
cîhanê. Em wek Qada Perwerdê ya Mexmûrê dibêjin; ji zîndanê derxistina Rêber
Apo, deynê stuyê me û tevahî mirovahiyê ye.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Îmralî” bi dawî bû.

0 Yorumlar