Ticker

10/recent/ticker-posts

Hakan Fîdan li Hewlerê bi ITC'ê re hevdîtin kir

Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan roja Sêşemê 4’ê Cotmehê serdana Serokatiya bajarê Hewlêrê ya Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) kir.

Serokê ITC’ê Hasan Turan wêneyên vê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir.

Turan got, “Serokê ITC’ê Hasan Turan tevî endamên Buroya Siyasî ya ITC’ê li Serokatiya Bajarê Hewlêrê pêşwazî li Musteşarê Komara Tirkiyeyê birêz Hakan FIDAN kir.”

Hate ragihandin ku Musteşarê Rêxistina Îstîxbaratê ay Tirk (MÎT) Hakan Fîdan li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi rayedarên Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) re hevdîtin kiriye.

Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan ev demeke li Iraqê danûstandinan dike. Her wiha bi rayedarên payebilind ên Iraqê re jî rûnişt.

Nayê zanîn ku di van danûstandinan de bazar li ser çi kiriye, li ser çi axivîne û çi ferz kirine. Di vê der barê de pêwîstiyê pê nabînin ku raya giştî agahdar bikin.

Fîdan di 11’ê Îlonê de serdana Bexdayê kiribû û bi rayedaran re bi taybetî bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mustefa El-Kazimî û Serokê Sunniyan Hamîs Hançer re gelek hevdîtinên veşartî û eşkere kiribûn.

Êdî ne veşartî ye ku Eniya Tirkmen ku pêkhateyeke nijadperest e, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye perwerdekirin û çekdarkirin.

Serokê berê yê Eniya Tirkmen Ersed Salihî yê nijadperest ku bi kîn û nefreta xwe ya li hember Kurdan tê naskirin, piştî şerê li Iraqê yê dawiya meha Tebaxê îdîa kiribû ku wê Kerkûkê bixin bin kontrola xwe.

Yorum Gönder

0 Yorumlar