Her şoreşgerekî deryayeke û naskirina wan şoreşgeran ewqas hêja û bicoşe, ewqas jî watedar dike cihana mirovan. Jixwe bi lêvkirina şoreşgerek jin hê bêhtir deryayek kurtir radixine ber çevan û bilêvkirina vê deryayê jî ewqas nehêsane. Her deryayek kur û xwedî rengê cudaye. Jina şoreşger ew kese ku serkêşiyê li beranberî ya heyî dike, zincîrên heyî qebûl nake û di xwe de dengê berxedanî û azadiyê tîne ser ziman. Wek kulîlkekê serê xwe ji nav axê der dixe û şîn dibe. Rêheval Faraşîn jî yek ji van jinên şoreşgeraneye.
Fereşîn
Zagros bi nasnav Dersîm Atalay, di sala 11.11.1997 li kampa Nînova tê dinyayê.
Dema malbata wê derbasî Mexmûr dibe,wê demê 3 heyîvî ye. Hevrê Faraşîn di nava şert û mercên penaberiyê
de mezin dibe. Wek her zarokekî penaber êş û kedara jiyanê zû nasdike. Di nava
van zoriyên peneberiyê de, carna bi nexweşî re, carna bê avî û carna jî bê
xwarinî, jiyanek qers derbas dike. Heval Faraşîn weke her zarokekê di nava axek
bi bereket û xwedî berhemên mezin yên mirovahiyê û şînahiya Çelê de nehat dinyayê.
Dijminê neyar destûr neda ku ew jî wek her zarokekê bi leyîstokên xwe bileyîze.
Di 6 salêya xwe de dest bi dibistanê dike. Di nava zarokên malbetê de zaroka ku
di hêla fikir û ramanê xwe de herî pêşketî ye. Ev pêşkeftina wê ne tenê di nava
malbatê de, di dibistanê de jî her tim rêza yekemîn bidest dixe. Di jiyana xwe de
bi rêk û pêk tev digeriya. Rêheval Faraşîn hê di biçûktiya xwe de ew ferq û
cudahiya di nava keç û xortan de didît û li beranberî vê cudahiyê nakokî jiyan
dike. Ev nakokî acizbûna wê ya li beranberê hişmendiya zilamgerî derdixist
holê. Di rastiya wê de ya li beranberî hişmendiya desthilat bû. Ji ber vê yekê
heskirina xwe ya ji bav û birayên xwe re nedida nîşandan. Her tim nêzîkê dayîk
û xwişka xwe bû. Rêheval Faraşîn di fîkir û ramanê xwe yê jiyanî û nêrînên xwe yên
ji bo mafê jin, di helwestên xwe yên jiyanî de diyar dikir ku jiyan ne tenê di
nav çar dîwaran de ye. Ji bo wê jî digot ku jinek divê tenê di nav çar dîwara de
sînordar nebe. Divê ew jî weke her ferdek civakê xwedî maf û gotin be. Digot; ‘Jin
ne xizmetkarê malbatê ye, beruvajî jin xwediyê malbatê ye, xwediyê jiyanê ye,
ji ber ku yê herî ked dide jin e.
Dayîka Hediye
di got; “Di kar û helwestên wê de cihê du diliyê nebû. Bi fikrên xwe yên ji bo
jiyanê her tim hevalên xwe li derdorê
xwe kom dikir. Dema karek bikiribûya, çiqas zorbûya jî diçû ser kar û mîsoger
bi cih danî. Di karê xwe de rêk û pêk bû û dizanîbû ku çawa xwe îfade bike. Pir
bi cesaret bû, şerm nedikir. Şerm weke zincîrekî li pêşiya azadiyê digirt û
wisa jî pênase dikir. Xwe bawer bû.
Rêheval
Faraşîn li çandê di serê govendê de qêrîna xwe ya ji bo azadiyê di anî ziman.
Wê ev govenda xwe li çiyayê azad jî bidabûya berdewamkirin.
Belê nakokiyên
wê yên di jiyanê de dihişt ku bikeve nava lêgerînekê. Ev gera wê, wê wiya ber
bi jiyanek azad ve bikişandibûya. Ev jiyana azad jî tenê wê di çiyayên azad de
mîsoger bibûya. Ji bo malbatê xwasteka xwe ya çûyîna rêya heqiqetê bi vî awayî dibêje;
‘Ez hê biçukbum, min biryar daye ku ez biçim çiyayên azad.’ Bi rastî jî govenda
xwe ya azadiyê dixwast li çiyayên azad bilintir bike. Di 04.12.2014’an de berê xwe
dide çiyayên azad û dikeve ser rêya heqiqetê. Faraşîn Zagros navê xwişk û
birayê xwe li xwe dike.
Di çiyayên
azad de bi dengê xwe yê herî bilind diqîre û hêviyên herî xweşik di cîhana xwe
ya şoreşgerî de dihonand. Di demek kurt de wek jinekê xwe di her hêlê de pêştêxe
û dibe endamek yê Hêzên Taybet.
Rêheval Faraşîn
20.02.2017’an li Metîna di encama êrişa hewayi de digihije karwanên nemiran.
Dayîka Hediye
dibêje ku di nava heftiyekê de her roj di xwena xwe de didît ku Rêheval Fareşîn
şehîd ketiye. Di got: ‘Êdî min dizanibû ku keça min şehîde.’ Bi sitranekê êşa
dilê xwe ji bo me wiha di anî ser ziman.
Wele were
were were ah dersima min were, wele were dayê were were kezî zerê, wele dayê de
tu were lo xewa min de, ax were were kezî zerê. Wele dayê min got ez hawar
dikim, ez qêrîn dikim, wele dayê min got tu gaziya min de nayê Dersima min dayê,
wele dayê min got tu şeveke were lo xewa min de hewar dayê keserdarim dayê
nemayê.

0 Yorumlar