Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Şehîd Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîd Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) ku di şeva 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya li Mêrsînê, li dijî zextên li zindanan, komkujî û êrişên bi çekên kîmyawî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, çalakiyeke fedayî kiribûn, bi merasimekê hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya şehadetê, Hevberdevka Saziya Malbatên Şahîdan Sultan Yildiztan axivî.
Sultan Yildiztan di destpêka axaftinên xwe de di kesayeta Şehîd Sara û Rûken de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Di demek wiha ku kîmyasal li çiyayên Kurdistanê tên karanîn de, pêkanîna vê çalakiyê, ji bo gelê kurd û têkoşîna azadiyê gelek bi nirxe. Di nava dilê dijmin de li bajarê Mêrsînê çalakiya heval Sara û Rûken tirs xistiye nava dilê dijmin. Ev çalakî bersivek mezin bû ji bo MÎT û xiyanetkarên ku her roj hevalên me şehîd dixin. Emê bi ruh û têkoşîna van hevalên qehreman serkeftinê mîsoger bikin.”
Merasîm bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

0 Yorumlar