HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “Bi rengekî fedaî tevlî berxwedanê bûn, mîsyona xwe ya dîrokî bi rengekî hêja bi cih anîn û di berxwedana me ya li ser xeta serketinê de bûn remza nemiran.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî
gerîlayên şehîd bûn ev agahî parve kir:
“Qada me ya Zapê ku di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê
de şahidî ji berxwedanên bêhempa re kir, îro careke din di bin êrîşên giran ên
dewleta Tirk a dagirker de ye ku ji bo qirkirina gelê me tevdigere. Li hemberî
van êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ku gelek caran li qada Zapê derb xwar û ders
jê negirt, gerîlayên me yên azadiyê li gorî mîsyona dîrokî ya Zapê bersivê
didin û derbên giran li armancên dagirkeriyê yên mêtingeran dixin. Ji pêşengên
vê têkoşîna destanî û dîrokî hevrêyên me Nûda, Çiya, Demhat, Tolhildan û Cûdî,
bi rengekî fedaî beşdarî çalakiyên bi bandor û berxwedanê bûn, mîsyona xwe ya
dîrokî bi rengekî hêjayî bi cih anîn û bûn remza nemir a berxwedana me ya li
ser xeta serketinê. Hevrêyên me Nûda, Çiya, Demhat, Tolhildan û Cûdî bi
fedakarî û wêrekiya xwe bûn ji mînakên bijarte yên xeta azadiya jinê û
milîtaniya Apoyî. Ya ku dibe para me jî biserxistina têkoşîna me ya dîrokî ye
ku me ji van hevrêyên xwe dewr wergirtine.
Nûda Kedkar
Hevrêya me Nûda li navçeya Xinûsê li nava malbateke
welatparêz ji dayik bû, ku ev navçe yek ji navçeyên Erzîromê ye ku berxwedêrî û
nirxên xwe yên Kurdîtiyê parastiye. Malbata hevrêya me Nûda, taybetmendiyên xwe
yên Kurdîtiyê û Elewîtiyê li gel êrîşên qirkirinê yên dijmin karîbû biparêze û
ev kevneşopî da zarokên xwe. Ji ber vê yekê hevrêya me Nûda jî bi taybetmendiyên
neteweyî û çandî mezin bû. Piştî ku partiya me di salên 1990’î de mîna li
tevahiya Kurdistanê li herêma Serhedê jî bi bandor bû, hevrêya me Nûda jî
Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Tevgera me ku bi keda Rêber Apo û
şehîdên me yên leheng her roj bi pêş ve çû û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên
dijmin şer mezin kir, bandoreke mezin li hevrêya me Nûda kir. Ji ber ku malbata
wê koçî metropolên Tirkiyeyê kir, demeke dirêj li metropolan ma û rastiya
dijmin ji nêz ve nas kir. Hevrêya me Nûda bi şênberî fêhm kir ku dijmin bi
polîtîkayên cuda gelê me bi zorê koçber dike, hewl dide bi vî rengî qir bike û
mîna her jin û ciwanên bi rûmet ên Kurd ji bo parastina taybetmendiyên xwe yên
çandî û neteweyî cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Hevrêya me Nûda ji aliyekî
ve ji bo parastina nasnameya xwe têkoşiya, li aliyê din jî tevlî nava kedê bû,
cihê xwe di nava têkoşîna kedê de girt. Weke jineke kedkar pê hesiya ku keda wê
hîn bêhtir tê xwarin û bû parêzvaneke xurt a têkoşîna kedê. Lê belê piştî ku
fêhm kir têkoşîna wê ya li nava sîstemê zêde nikare encamê bi dest bixe û
faşîzm jî hîn bêhtir bi sazî bû, hevrêya me Nûda berê xwe da qadên cuda yên
têkoşînê. Hevrêya me Nûda dît ku di nava sîstemê de derfetên têkoşînê yên li
dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin nemaye û fêhm kir ku têkoşîna nasname û
kedê herî baş dikare li çiyayên azad ên Kurdistanê bê dayin, bi vî rengî biryar
da tevlî nava refên gerîla bibe.
Sala 2016’an ku yek ji wan salên têkoşîna herî giran a li
dijî dewleta Tirk a mêtinger bû, tevlî nava refên gerîla bû, bi armanca xwe ya
tevlîbûnê û sala xwe ya tevlîbûnê sekna xwe ya li nava têkoşînê bi şênberî
raxist pêş çavan. Hevrêya me Nûda ji Geverê beşdarî nava refên gerîla bû,
kêliyên ku di ser xeta Cîlo û Çarçela derbasî Zapê bû weke kêliyên herî bi wate
yên jiyana xwe pênase kir. Ji ber ku heybeta çiyayên Kurdistanê ku piştî demeke
dirêj xwe careke din gihandê, bandoreke mezin li ser hevrêya me Nûda kir. Meşa
Cîlo, Çarçela ku rûpeleke nû ya di jiyana wê de bû, her tim di hişê xwe de
zindî kir û her carê bi kelecana bêhema ya wan kêliyan hewl da rê û rêveçûna
jiyana xwe diyar bike. Hevrêya me Nûda piştî perwerdeya şervanên nû derbasî
qada Zapê bû û bi perwerdeyê di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir. Bi
taybetî li ber ronahiya perspektîfên Rêberê me yên li ser azadiya jinê xwe kûr
kir. Weke gerîlayeke jin, jiyana bi xwezayê re û têkoşîna ji bo armancekê pê re
cîhaneke kûr a bi wate afirand. Ji ber vê yekê diyar dikir ku jiyana li çiyê û
hevrêtiya PKK’ê hêzeke mezin a manewî daye wê. Bi vê hêza manewî hîn bi çalak
beşdarî nava karên şoreşê bû. Hema bêje li her qada Zapê kar kir. Ji qadên herî
bilind û asî yên Kurojahro heta bi newalên kûr ên çavkaniya jiyanê ya Zapê, li
gelek deveran bi hevrêyan re têkoşiya. Hevrêya me baş zanîbû ku her bihosta xaka
Kurdistanê bi keda bêhempa ya şehîdan e, hîn bêhtir bi hevrêyan, jiyana Partiyê
û çiyê ve hate girêdan ku emanetê şehîdên me ne. Hevrêya me di her çalakiyê de,
di her derbê de ku gerîlayên azadiyê bi berxwedaneke mezin li dagirkeran xist,
xwe hîn bêhtir xurt dît. Hevrêya me bi enerjî û hêza ji hevrêyan wergirtî hîn
bêhtir tevlî kar bû û hewl da ya herî baş bike. Bi têgihiştina ku nirxên bi
kedê hatine afirandin gelekî bi wate ne, di her karî de ji bo hevrêyên xwe
kedeke mezin da.
Ji 14’ê Nîsanê dema destpêkirina êrîşên dijmin û pê ve cihê
xwe di nava gelek qonaxên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de girt, bi
kedkariya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêya me Nûda tevlî
çalakiyên li dijî dijmin bû û ruhê berxwedanê yê Zapê temsîl kir. Bi kesayetiya
xwe ya sade û durust bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Têkoşîna ku wê ji me re
hiştiye, di şexsê wê de ji bo hêjayî şehîdan hemûyan bibin em ê teqez bi ser
bixînin û soza vê yekê didin.
Çiya Rûbar
Hevrêya me Çiya li Êlihê li nava malbateke welatparêz ji
dayik bû û mezin bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe hîn di zarokatiyê de PKK
nas kir. Li nava derdoreke welê mezin bû ku ji salên 1990’î û pê ve tevlîbûn li
nava têkoşîna azadiyê bû û berdêl da. Ev yek bû sedem ku bi hevrêya me Çiya re
hişmendiya welatparêziyê xurt bibe. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz
bû, timî zext lê dihate kirin û li hemberî van zextan têdikoşiya. Vê yekê
kesayetiya hevrêya me Çiya jî diyar kir. Sala 2016’an pismamê wê hevrêyê me
Rûbar (Egît Gulen) şehîd bû û vê yekê bandor li hevrêya me Çiya kir. Ji bo
hilanîna tola hevrêyê me Rûbar û rahiştina çeka wî, biryara tevlîbûnê da.
Hevrêya me Çiya polîtîkayên delweta Tirk a qirker faşîst ên ji bo asîmîlekirin,
têkbirin û bêîradehiştina gelê Kurd bi taybetî jin û ciwanên Kurd ji nêz ve
dît. Hevrêya me Çiya hêrsa li dijî dewleta Tirk ber bi têkoşînê ve bir û
hevrêyên me yên şehîd ên ji malbata wê rêya wê ya têkoşînê jî diyar kir. Ji
roja ku tevlîbû heta şehadetê, ji xwe re kir esas ku li ser vê xetê bimeşe û bixe
pratîkê.
Hevrêya me Çiya sala 2016’an li qada Garzanê beşdarî nava
refên gerîla bû, li vê derê demekê kar kir. Parvekirin, têkiliyên hevrêtiyê û
kolektîvîzma li nava jiyana gerîla gelekî bandor li wê kir. Bi taybetmendiya
kesayetiya xwe ya têkoşer û alîkariya hevrêyên xwe hînî pratîka zehmet bû.
Piştî ku demekê li Garzanê kar kir derbasî Başûrê Kurdistanê bû, perwerdeyên
bingehîn bi serketî qedand û li qadên Metîna û Heftanînê kar kir. Bi zindîbûna
xwe ya li nava pratîkê, bi moral û rûkeniya xwe li nava hevrêyên xwe hemûyan bû
çavkaniya moralê. Hevrêya me tevî karên zor û zehmet jî xwest xwe ji aliyê
îdeolojîk ve jî bi pêş ve bibe û ji bo vê hewl da. Bi hevrêyên xwe re di nava
parvekirineke xurt de bû û hem xwe hem jî hevrêyên li derdora xwe bi pêş ve bir.
Ji aliyê leşkerî ve jî kete nava kûrbûneke mezin, ji bo fêhmkirina taktîkên
gerîlatiya serdema nû û bicihanîna wê kedeke mezin da. Bi perwerdeya branşê re
hevrêya me şareza bû, kêmasiyên xwe yên li nava perwerdeyê û jiyanê dît, ji bo
sererastkirinê hewl da û sekneke bi vî rengî nîşan da.
Hevrêya me Çiya destpêka sala 2020’î derbasî Zapê bû, di
demeke kurt de hînî cografya zehmet a Zapê bû. Ji dema ku derbasî qadê bû û pê
ve di pêvajoyên amadekariyê de kedeke mezin da. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û
moral a li nava jiyanê li nava hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Di salên 2021 û
2022’an de li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Avaşîn,
Zap û Metînayê, li refên herî pêş têkoşiya û weke gerîlayeke milîtan a YJA
Starê li refên pêş beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate
xistin. Hevrêya me Çiya di her çalakiyê de tola şehîdên me qat bi qat hilanî û
bi berxwedana ku li gel hevrêyên xwe meşand nîşan da ku dewleta Tirk a faşîst
wê ti carî nikaribe bigihêje armancên xwe yên mêtingeriyê. Li gel êrîşên
dewleta Tirk a dagirker ên bi her cûre teknîk, bombeyên qedexekirî û çekên
kîmyewî hevrêya me Çiya li gel hevrêyên xwe berxwedaneke dîrokî nîşan da, li
ser xeta milîtaniya Apoyî bêteredût meşiya û careke din nîşan da ku dagirker wê
ti carî bi ser nekevin. Hevrêya me Çiya di encama êrîşên dewleta Tirk a sûcdarê
şer de, ku bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi namerdî li ser çeperên şer bi
kar anî, di 21’ê Tebaxê de şehîd bû.
Demhat Herekol
Hevrêyê me Demhat li Sêrtê ku bi welatparêziya xwe tê
naskirin, ji bo azadiyê berdêl daye û teslîmiyet ti carî qebûl nekiriye, li
nava eşîra Alikî li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku
ji nava xizmên wî tevlîbûn li nava refên têkoşînê hebû, vê yekê bandor li
hevrêyê me kir ku ji PKK’ê hez bike, xwe nêz bike. Hevrêyê me Demhat,
polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker faşîst ên li ser gelê Kurd
ji nêz ve dît, di temenekî ciwan de birayra têkoşînê da. Hevrêyê me Demhat ku
li dibistanê xwendekarekî serketî bû, beşa Endezyariya Înşaetê ya li Zanîngeha
Kirklareliyê qezenç kir. Di salên xwendina zanîngehê de têkoşîna xwe dewam kir
û bi rengekî çalak beşdarî kar bû. Di asta pêşengiyê de li nava karên ciwanan
bi rol rabû, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Dewleta Tirk a faşîst ku nikare
xwe li têkoşîna demokratîk rabigire, ev qad bêhtir teng kir û zext zêde kir.
Hevrêyê me Demhat ku ti carî bêçare nema, li dijî her zextê têkoşîn mezin kir û
bi vî rengî bersiv da, kete nava lêgerîna têkoşînê. Hevrêyê me Demhat fêhm kir
ku bersiva herî mezin a li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gel û
ciwanên Kurd, li nava refên gerîla dibe û biryara tevlîbûnê da. Hevrêyê me
Demhat feraseta ‘Nasnameya xwe ya Kurd red bike, tu çawa dixwaze bijî’ ya ku
sîstem li ciwanên Kurd ferz dike, red kir û berê xwe da nava jiyaneke bi rûmet.
Bi vî rengî derba herî mezin li sîstemê xist û sala 2014’an beşdarî nava refên
gerîla bû.
Hevrêyê me Demhat li herêma Botanê tevlî nava refên gerîla
bû û ev firsend baş nirxand, weke çavdêrekî xurt ji jiyanê hîn bû. Bi coş û
moraleke mezin di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Demhat
perwerdeya gerîlatiya bingehîn bi serketî qedand û derbasî qada pratîkê bû.
Demekê li Qendîl û Heftanînê karekî serketî kir, piştre sala 2016’an derbasî
qada Zapê bû. Di vê demê de ji xwe re kir esas ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî
ve bi pêş ve bibe, bi hevrêyên xwer e nîqaş kir, hîn bû, yên ku hîn bû bi
hevrêyên xwe re parve kir û ev hewldan ji bo xwe kir wezîfeyek. Ji bo felsefeya
Apoyî bi kûrahî fêhm bike û bixe meriyetê gelekî hewl da û ji bo vê jî
têkoşîneke mezin meşand.
Li gel şert û mercên giran ên Zapê zehmetî nekişand ku hînî
vê qadê bibe û yekser tevlî nava karên pratîkê bû. Tevî nexweşiya çavên xwe jî
bi piştgiriya hevrêyên xwe li Zapê tevlîbûneke xurt li pratîka şer kir. Bû
nûnerekî xurt ê îradeya Apoyî. Di her karî de ji bilî serketinê ti pîvan qebûl
nekir. Bi vî rengî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Heta sala 2022’an
bênavber di nava pratîka şer de ma û bi enerjiya xwe ya bêdawî hêz da hevrêyên
xwe.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker faşîst
ên li ser Başûrê Kurdistanê li refên ehrî pêş bersiv da û di vê demê de ji bo
rawestandina dijmin bû yek ji pêşengên me. Hevrêyê me Demhat cihê xwe di gelek
çalakiyan de girt ku derbên giran li dijmin hate xistin. Bi tecrûbeya xwe ya
şer ji hevrêyên xwe re bû alîkar.
Tolhildan Hêvî
Hevrêyê me Tolhildan li malbateke bi eslê xwe ji Amedê de li
Duzceyê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, partiya me têkoşîna me
ya azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê di temenê biçûk de nas kir. Partiya me bi
piranî ji ber hêza wê ya parastina mafên gelên bindest, çîn û jinên bindest nas
kir û di bin bandora wê de ma. Di ciwaniya xwe de ji bo tolhildana polîtîkayên
dijminê qirker û komkujiyên ser gelê me hilîne, li rêyên têkoşînê geriya û pêşî
di nava xebatên ciwanan de cih girt. Dema ku di nava xebatên ciwanan de bû,
firsend dît ku têkoşîna me ya rêxistinbûyî baştir nas bike û her ku diçe
zêdetir berpirsyarî hilda ser xwe. Hevrêyê me Tolhildan ê ku di dema xebatê de
polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me baştir fêhm kir, têgihişt
kir ku têkoşîna di nava sîstemê de wê zêde encam negire. Dîsa êrîş û qetlîamên
çeteyên DAÎŞ’ê yên li Kobanê li dijî gelê me pêk anîn, asta biryardariya
hevrêyê me Tolhildan bilind kir. Ji bo vê jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku
ji xwe re weke qadeke têkoşîneke bi bandor û bi encamtir didît û tevlî nava
refên gerîla bû.
Hevrêyê me Tolhildan ku di sala 2014’an de ji qada Amedê
gava xwe ya yekemîn avêt nava refên gerîla, piştre derbasî Zapê bû. Li Zapê
perwerdeya xwe ya şervanê dît û zanîna xwe ya yekemîn a gerîla û çiya li wir bi
dest xist. Bi perwerdeya ku dît û bi zanebûna ku bi dest xist, jiyana gerîla ya
ku nû dest pê kiribû, di kesayeta wî de veguherînên girîng afirand. Beriya her
tiştî weke ferd li hemberî bandorên pergala kapîtalîst a ji mirovan re wekî ku
kêrî tiştek nayê nîşan dide û wan weke obje dibîne, bûye milîtanekî ji xwe
bawer. Hevrêyê me Tolhildan ku li ku pêwîst be jî însiyatîfa pêwîst bi kar
tîne, bi vê taybetmendiya xwe di gelek mijarên krîtîk de biryar girtiye û bi
serketî pêk aniye. Bandora azadiyê ya çiyê hevrêyê me Tolhildan roj bi roj
bandortir kiriye, gav bi gav nêzî azadiyê bûye. Hevrêyê me Tolhildan ku piştî
perwerdekirina şervanên nû derbasî herêma Avaşînê bû, nêzî 5 salan li herêma
Avaşînê ma. Herêma Avaşînê ligel ku şert û mercên wê dijwar bû jî, tevî
hevrêyên xwe bi xwezayê ve hatibûn girêdan, hemû astengî derbas kirin û li dijî
dijmin çalakiyên bi bandor li dar xistin. Her kêliya xwe bi hevrêyên xwe yên ku
bi wan re şer dikir re parve dikir û bi kesayeta xwe ya cewherî û dilpak ji
aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin. Dîsa bi kesayeta xwe ya kedkar, bi
fedakarî beşdarî her alî û kêliya jiyanê bû û bû milîtanekî Apoyî ku ji aliyê
hevrêyên xwe ve mînak hat girtin. Hevrêyê me Tolhildan ku li herêma Avaşînê di
gelek çalakiyan de li dijî dijmin cih girt, di van çalakiyan de bi serkeftina
xwe ya mezin derbên giran li dijmin xist. Bi tecrubeyên ku di van çalakiyan de
bi dest xistibû û her wiha bi serkeftinên xwe yên di çalakiyan de firsend hebû
ku xwe ji aliyê leşkerî ve zêdetir pêş bixe. Hevrêyê me di pratîkê de bi pêş
ket, bi pratîka xwe ya şer û nîqaşên ku bi hevalên xwe yên jiyanê re pêşxist,
karî di taktîk û şêwaza gerîla ya serdema nû de xwe kûr bike. Bi vê hewldana
hevrêtiyê, ji hevalên xwe yên din re bû mînak.
Hevrêyê me Tolhildan ku piştre derbasî herêma Zapê bû,
tecrubeyên xwe yên jiyanî û leşkerî li vir bi hevrêyên xwe re parve kir û erkên
xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Hevrê Tolhildan ê ku di sala 2021’an de di dema
êrîşên dijmin ên li ser herêmên Zap û Avaşînê de ji herêma Zapê beşdarî Pêngava
Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û bû yek ji hevrêyên yekemîn ku li dijî
operasyona dagirkeriyê ya ku dijmin dixwest li herêma Zapê pêk bîne xwe gihand
çeperan. Ji ber ku di şer de bi erkên pêşengtiya Apoyî haydar bû, bi lez û bez
li hemberî dijmin şer kir. Tevî ku şehadeta gelek hevrêyên xwe yên ku di şer de
bi wan re şer kiriye bandor li wî kir jî, hevrêyê me Tolhildan bîranînên van
hevalan ji bo xwe veguherand hêz û moralê û têkoşîna xwe hîn mezintir kir.
Hevrêyê me Tolhildan ku ji biharê ve ji êrîşên dijmin re amade ye hem ji bo
tola hevrêyên xwe yên berê şehîd bûne hilîne hem jî ji bo careke din li qada
Zapê derseke dîrokî bide dijmin, kedeke mezin daye. Ji taktîka tîmên bi tevger
bigire heta berxwedanên di tunelên şer de pêşketibû, bi gelek taktîkan bersiv
da êrîşên dijmin û bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng ên li herêma Zapê nehiştin
dijmin bi pêş ve biçe. Bîranîna hevrêyê me Tolhildan ku bi moral û hêza ku di
jiyanê de daye hevrêyên xwe û bi berxwedana xwe ya destanî ya li hemberî
dijmin, wê her tim bibe sedema mezinkirina têkoşînê ji bo me hevalan.
Cûdî Melazgîrt
Hevrê Cûdî, li navçeya Milazgir a Mûşê, ji malbateke
welatparêz çêbûye. Ji ber ku cihê lê jiyaye Tevgera me bi bandor bûye û hestên
welatparêziyê xurt bûne, hej di biçûkatiya xwe de tevlî partiya me PKK’ê bûye.
Lewma kêfa wî ji têkoşîna gerîla re hatiye û bi xeyalê ku bibe gerîla mezin
bûye. Di ciwaniya xwe de rastiya gel fêm kiriye, haya wî ji jiyana bêrûmet
çêbûye ku dijmin ji bo gelê me rewa dîtiye. Wek her ciwanekê Kurd ê birûmet,
rewş qebûl nekiriye û biryar ji bo têkoşînê daye. Ji ber êrîş û qetlîamên li
gelê me bûne, hevrê Cûdî li dijmin bi hêrs bûye. Ji wê boneyê ji bo pêkanîna
xeyalê xwe yê gihîştina gerîla berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û sala 2015’an
ketiye nav refên gerîla.
Cûdî yê hevrêyê me, gava tev li refên partiyê dibe, wî ji
hay jê heye pêvajoyeke şer a bi zorî û zehmetî heye. Ji wê boneyê di vê
çarçoveyê de tev perwerdehiyê dibe. Di pêvajoya perwerdekirina şervanên nû de
ketiye hewila fêmkirina ji Partiya me, li ser ku wê mirov çawa bikare bi awayê
herî çalak û jidil tev li jiyana li serê çiyayan û gerîla bibe, sekiniye. Bi
sekinîna li ser xwe roj bi roj bêhtir hînê jiyana li serê çiyayan û gerîla dibe
û dikeve hewila watedarkirina her kêliya ku dijî. Bi wateya ku dide jiyanê
bêhtir bi Partiya me ve tê girêdan. Bi taybetî ji têkiliyên hevrêtiyê ku wê di
tu dera pergalê de nebîne, pir bi bandor bûye û hewil daye ku ji felsefeya azadiyê
ya ev têkiliyên hevrêtiyê derxistine holê, fêm bike, bi xwendina Rêbertiyê hêrs
û azweriya wî ya ji bo têkoşinê hêj bêhtir bûye. Hevrêyê me Cûdî, bi
perwerdehiya ku dîtiye, hemû pratîka xwe ya gerîlatiyê li qada Zapê derbas
kiriye. Hevrêyê me Cûdî ku li gelek qadan xebitiye, bi kedkarî û fedakariya xwe
derketiye pêş, bi vê taybetiya xwe pêşengî ji gelek xebatan re kiriye. Bi
taybetî di amadekirina tûnelên şer de bi erkên giring rabûye û bi pratîka xwe
baweriya pê hebûye, bi avê de nebiriye. Hevrê Cûdî texmîn kiriye ku tûnelên şer
di dîroka têkoşînê ya me de çiqas giring in, bi coş û moral û xwestineke zêde
xebatên xwe bi serfirazî kirine. Di vê wateyê de, hevrêyê me Cûdî wek hevrêyekê
me yê kedkar ku tûnelên şer çêkiriye, wê her tim ji aliyê hevrê û gelê me ve bê
bibîranîn.
Hevrêyê me Cûdî çawa ku sala 2021’î dijmin dest bi êrîşê kir
li herî pêş bû, li dijî êrîşên 14’ê Nîsanê dest pê kirin jî li herî pêş şer
kir. Di serî de taktîka tîmên bitevger, bi taktîkên wî yên şer ên serdema nû,
derbeyên xedar li dijmin xistine. Hem di tûnelên şer de, hem jî bi hevrêyên xwe
re li eraziyê li dijî dijmin tim çalakî kirine. Bi wêrekiya xwe kiriye ku
derbên xedar li dijmin bên xistin, hem jî bûye hêz û moral ji bo hevrêyên xwe,
erka mîlîtaniya bi pêşengî bi cih bîne. Heta gava ku şehîd bibe jî hevrêyê me
Cûdî, parastina sekina xwe ya mîlîtanî ya Apoyî kiriye.Wek mîlîtanekê pêşeng ê
Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê, şehîd bûye û bûye îspateke şênber a
netêkçûyîna gerîlayên Kurdîstanê.
Di serî de malbatên hevrêyên me Nûda, Çiya, Demhat,
Tolhildan û Cûdî û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax bibe.”

0 Yorumlar