Ticker

10/recent/ticker-posts

DI VAN 3’Ê HEYVÊN PÊŞ DE WÊ ÇI BIQEWIME?

Wekî tê zanîn gerîlayên azadiya Kurdistanê ev 5 heyv û nîve, di şert û mercên gelekî dijwar de berxwedanek dîrokî didin meşandin. Artêşa Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazên qirêj, êrişên xwe didomînin. Lê heta niha jî negihiştiye armanca xwe. Herî dawî fermandarê NPG’ê Mûrat Karayilan, di hevpeyvîna xwe de jî bal dikişîne ser sê heyvên li pêş û dibêje, ev sê heyv gelekî girîngin. Tişta ku em ji van 3’ê heyvan fêm bikin eve; Wê şer bikeve qonaxek nû. Ev hem di warê dijmin de û hem jî di warê hêzên gerîla de, wê wisa bibe. Ji ber ku tevgera azadiya gelê Kurd, tîne ziman ku ev şer heta ku artêşa dagirker binbikeve wê şer dirêj bidome. Di nava van 3’ê heyvan de li gorî texmîna min wê dijmin şer belavî gelek deveran bike û wisa bixwaze gerîla neçar bihêle û îmha bike. Lê tişta ku nizane eve, hêzên gerîla xwe di her warî de ji bo şerekî demdirêj û berfireh amade kiriye.

Bê gûman, dema em behsa girîngiya 3’ê heyvên li pêş dikin, sedemên vê hene. Destpêkê em berbi demsala zivistanê ve diçin. Hemû kes dizanin ku gerîla di şert û mercên zivistanê de, çalakiyên mezintir dikin. Ji ber ku balafirên keşfê bêbandor dibin. Plansazî û amadekariyên gerîla yên pêşwext hene. Ev jî nîşan dide ku wê ev şer bibe şerekî demdirêj. Ji bo berxwedan bidome pêwîstî bi stratejiyek bingehîn heye. Ji xwe HPG û YJA-STAR jî bi stratejiya ‘şerê gel ê şoreşgerî’ têkoşîn dimeşîne. Wekî Mûrat Karayilan jî anî ser ziman, gerîla bi armanca tinekirina dijmin têdikoşe û bi ruhekî Apogerî ser dijmin de diçe. Dijmin ji bo windahiyên xwe veşêre û hêzên gerîla tengav bike, wê qadên êrişan berfirehbike. Ev jî têrê neke wê asta karanîna çekên kîmyewî zêdetir bikin.

Ne tenê ev sê heyvên li pêş, bi giştî şerên ku li hemberî tevgera azadiyê tê meşandin, eleqeya xwe bi peymana Lozanê re heye. Pêvajoya li pêşiya gelê Kurd pêvajoya azadkirina tevahî Kurdistanê ye. Ev jî rejima faşîst xistiye di nava tirsekî mezin de. Ji ber ku gelê Kurd bi fikir û ramanên Serok Apo, îro li tevahî cîhanê deng vedane. Têkoşîna gelê Kurd, di nava gelek civakan de dilsoziyek mezin avakiriye. Gelek civak, felsefe û têkoşîna Serok Apo ji bo xwe yekane rêya xilasiya ji krîza desthilatdariyê dibîne. Ev jî tê wê wateyê ku bi têkoşîna gelê Kurd, êdî ti rolê peymana Lozanê nemaye. Hegemonya Kapîtalîst vê rewşê ji bo xwe xeteriyek mezin dibîne. Di van du salên dawî de şerên li ser Heremên Parastina Medya hatî meşandin, rejîma faşîst aniye li ber hilweşandinê. Artêşa Tirk niha li Zap, Avaşîn û Metînayê ketiya nava xefikê û nikare derbikeve. Her wiha Erdogan di nava xwe de jî xwîn winda dike û parçe dibe. Her ku êrişên xwe mezin dikin, bi wê re têkçûna xwe jî nêztir dike. Li pêş dagirkeran artêşa fedayî ya gerîla heye.

Ya rast ne tenê di van sê heyvên pêş, ji îro û şûnde gelê Kurd pêwîste asta çalakî û serhildanan mezintir bike. Pêwîste hemû aliyên siyasî, hunerî û civakî xwedî helwestek netewî bin. Erka herî girîng jî li hemberî sucên şer yên ku dewleta Tirk rojane pêktîne ye. Pêwîste em her derê bikin qada têkoşînê. Her devera ku Kurdek lê heye, pêwîste ji bo dagirkeran bibe dojeh. Êdî meş û axaftin têrê nake. Gelê Kurd êdî pêwîste xwe ji bo ‘şerê gel ê şoreşgerî’ yê demdirêj amade bike. Ger îro gerîlayên Rêber Apo ji bo azadiya vî gelî canê xwe feda dikin, wê demê ti mafê kesekî nîne ji berxwedanê bireve.

BAZ ANDOK

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar