Ticker

10/recent/ticker-posts

Gelê Mexmûrê dijî qetilkirina Akarsel bi girseyî meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûrê, li dijî qetilkirina çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarsel, meşek girseyî li darxistin. Di meşê de jinan soza tolhildanê dan û hat ragihandin ku divê demildest kûjer bê cezakirin.


Çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku di heman demê de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ye, îro di navbera saet 10.11’an de li ber mala xwe ya li Silêmaniyê rastî êrîşa çekdarî hat. Nagîhan Akarsel di encama êrîşê şehîd bû.

Ji bo şermezarkirina qetiltikirina Akarsel şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî meşek girseyî lidarxistin û qetilkirina Nagîhan Akarsel bi tûndî şermezar kirin.

Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heta ber derê Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Di meşê de diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Jinan’ hatin berzkirin.

Li ber avahiya NY’ê di kesayeta Şehîd Nagîhan de deqeyek rêz hate girtin û piştre daxuyaniyek ji aliyê Endama Kordinasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Em di serî de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Bi dehan hevalên me li Silêmanî bi destê sîxûr û xwînmijan hatine şehîd kirin. Îro jî rêhevala me Nagîhan bi rêbazekî qirêj hate qetilkirin. Em wek gelê Mexmûrê qetilkirina Şehîd Nagîhan bi tûndî şermezar dikin.

Ev rûreşiya rêveberiya Başûr dide diyarkirin. Çawa dibe ku li bajarên me de em têne qetilkirin. Rêveberiya Başûr hevkarê wan kûjer û sîxûranin. Em bang dikin, dest ji vê xiyanet û sîxûrtiya xwe berdin. Rêheval Nagîhan xizmetkarê gelê xwe bû. Tevahî jiyana xwe ji bo gelê Kurd bexşand. Em bi rêheval Nagîhan serbilindin. Nagîhan temsîla jina azad bû. Her wiha rêhevalê me tevahî jinan bû.

Wê xwînmij û xiyanetkar hesab bidin. Divê demildest kûjer bê cezakirin. Li her derê cîhanê jin li ser piyanin û wê dijî van bûyeran li qadan bin. Em wek gelê Mexmûrê tevahî xiyanetkar û xwînmijan bi tûndî şermezar dikin û em wek jin soz didin ku emê tola şehîdê xwe hilînin. Wê berxwedana li Îmraliyê bibe rêya me û emê bi berxwedana Îmraliyê xwedî li xeyalên Şehîd Nagîhan derbikevin.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bimre Xiyanet’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Jinan’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar