Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê li ser rewşa Ocalan semînerek hat dayîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Komîta Tendûristî ya wargehê ve li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semînerek hat dayîn.


Komîteya Tendûristî ya Wargeha Mexmûrê têkildarî tecrîda ku li ser Rêbertî û rewşa zîndana Îmraliyê semînerek da. Ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê semîner ji aliyê ndamên Komîta Tendûristiyê Nûran Sezgîn û Dr. Rizgar Kara ve hat dayîn.

Axaftina vekirina semînerê ji aliyê Enadama Komîteya Tendûristî Nûran Sezgîn ve hat kirin. Nûran di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser çekên kîmyawî yên ku li Kurdistanê tên karanîn û wiha pêde çû: “Ev çekên kîmyawî yên ku bikaranîna wan hatiye qedexekirin in, mixabin li ser şervanên azadiyê tên bi karanîn. Çima cîhan rolê sê meymûnan dilîze? Ji ber ku paradîkmaya Rêbertî ji bo desthilatdariya xwe wekî xeteriyekê dibîne. Ji ber ku paradîkmaya Rêbertî civakî, sosyolojîk û aborî ye. Bi taybet tolhilgirtina ji Serokatî, bi serê xwe tecrîdekî herî girane.”

Her wiha Dr. Rizgar Kara jî semînerek têkildarî rewşa tendûristiya Rêber Ocalan û bi wê ve girêdayî rewşa zindana Îmralî ku bandorek çawa li ser tendûristiya Rêber Ocalan dike da û got: “Di gerdûna me de cûr be cûr zindî hene, ji vana yê herî zana  mirovin. Mirov jî zindiyeke wisaye ku jiyana xwe li ser fikirandinê berdewama dike. Dîsan tişta ku mirovan ji zindiyên din cûda dike di aliyê dadmendî û rûmetdayîna fîzîkî û rewaniya mirovan de ye. Wek Rêbertî jî dibêje, ji çerxa neolotîk heta niha şêwazê bi hevre jiyankirin, awayê avabûna dewletan de diviyabû mirovan çawan jiyan bikiriba, her wiha şert û mercên jiyanê çawabûya, ev piştî avabûna dewletê de destkarî lê hatiye kirin, ji berjewendiyê civakî derketiye û derbazî berjewendiyê kesî û malbatî bûye.”

Kara di dewama axaftina xwe de îşaret bi jiyankirina li Zindana Îmraliyê ku beriya Rêber Ocalan were girtin kir û wiha domand: “Beriya ku Rêbertî were girtin, li zindana Îmraliyê weke zindanekî servekirî bû yanî kesên ku dibirin wê zindanê tenê dernediketin ji derveyî zindanê ango di hindirê zindanê de azadbûn heta di hundirê zindanê de baxçe û şînkatî jî hebûn. Lê piştî ku Rêbetî hat girtin êdî hertiştê xwe li gorî rewşa Rêbetî hat sazûmankin. Dewleta Tirk her çiqas di raporên xwe de nûjenkirin û mezinkirina zindana Îmraliyê ji CPT re ragihandibe jî, lê rewşa ku Rêbertî niha têdeye bi odeya ku niha têde dimîne re sînordar hiştine. Wek tê zanîn avhewaya ku li giravê heyî ji bo kesayetên temenê wan li ser pêncî- şêstê re be nikare li wir bimînin. Ji ber ku Rêbertî jî hem temenê xwe mezine û hem jî nexweşiyên wî yên wek sînûzît û qirkê heye, ji wê avhewaya ku li wir jî bandorek nerênî li ser dike.”

Dr. Rizgar Kara di dawiya semînerê de ev tişt gotin: “Ev 24 salin Rêbertî di zîndana Îmraliyê de tê girtin, ti caran ewqas dem nedane Serokatî ku bikaribe behsa tendûristiya xwe bike. Ew wexta ku ji bo Serokatî dahat dawîn jî, Serokatî tenê dikarî behsa rewşa siyasî bike. Her wiha li wir jî ti bijîşkên pispor ku bikaribe li ser hemû beşên tendûristiyê raweste nînin. Ev yek jî xeteriya ku li ser tendûristiya Rêbetî hîn zêdetir dike. Ev zêdeyî 18 mehane bi ti awayî agahî ji Rêbetî nayê girtin ne parêzer dikarin biçin hevdîtinê û ne jî malbat.”

Semîner bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’  bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar