Li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji danê sibehê ve balefirek keşfê bê navber digere.
Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me yê herêmê hatî girtin ji danê sibehê ve balefirek keşfê bê navber li ser asîmanên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve bê navber digere.
Lê li gorî hatî ragihandin nayê zanîn ku balefira keşfê ya hêzên koalîsyonê ye yan jî ya dewleta Tirk a dagirker e.
Hêjayî gotinê ye ku bi rojane balefirên keşfê û balefirên bi çek û bê mirov ku nayên zanîn yên kîjan dewletên ne rexmê bang û qedexeyên qada hewayî bê navber li ser wargeha Mexmûrê digerin.
Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku herî dawî di 29’ê Tebaxê de balefirên bi çek û bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker li wargeha Mexmûrê malek kiribû hedef. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Dêrhînî ku bavê 6 zarokan bû şehîd ket.
0 Yorumlar