Ezîz Koçer li wargeha penaberan a Mexmûrê li gorî derfetên xwe bi dirûna cilên gelêrî yên Kurdî çanda Kurdî zindî dihêle û dibêje: “Cilên gelêri yên Kurdî divê bibe cilên rojane û şêweyê jiyanê. Bila her Kurdeke cilên xwe yên Kurdî li xwe bike û li çanda xwe vegere.”
Yek ji rêyên ku gelek bikare hebûna xwe pê bide berdewam kirin çand e. Çand beşek mezin yê dîroka gelekê pêktîne. Di dîroka Kurdan de jî çandek dewlemend cihek berfireh bi xwe girtiye. Di nava çanda Kurdan de cil û bergên Kurdî rolek mezin dilîze. Cilên gelêrî yên Kurdî reng û xemla çanda Kurdî ne. Li gel xeml û rengê xwe gelek cur be cur e, her deverek û herêmek xwedî şêweyek yê cilên Kurdî ye.
Çawa ku zimanê gelekê hebûna wî gelî diyar dike, her wiha cil û bergên gelêrî yên gelekê jî nasname û hebûna wî gelî sembolîze dike. Ev çanda Kurdî ya bi hezaran salan hatî parastin roja me ya îro de jî tê domandin.
Çanda cilên Kurdî di nava civaka wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de jî zindî hatiye hiştin. Ezîz Koçer li wargeha penaberan a Mexmûrê bi dirûna cilên gelêrî yên Kurdî ve xerîk dibe. Ji sala 1996’an heta sala 2012’an di tekstîlên dirûna cilan de xebitiye. Piştî wê di sala 2013’an de di dikanek biçûk de li gel hevjîna xwe karê xwe bi xwe dane destpêkirin. Ezîz Koçer li gel hevjîna xwe cilên Kurdî û li gel wan cilên din jî çêdike. Weke bi xwe jî dibêje li gorî derfetên destê xwe de hem çanda cilên Kurdî dide domandin, hem jî debara mala xwe pê dike.
‘Dijmin dixwaze civakê ji hebûna wê dûr bixe’
Ezîz Koçer li ser giringiya çanda cilên Kurdî û karê xwe ji ajansa Rojnews’ê re axivî. Koçer di destpêka axaftina xwe de qala destpêkirina karê dirutina cilan kir û destnîşan kir ku ji sala 2013’an ve karê xwe bi xwe avakirine û wiha axivî: “Li xwekirina cilên Kurdî çandeke ku bi sedsalan heta hezaran salane. Bi mirovatiyê re her gelekî civakekî li gorî cil û bergên wan çandeke wan çêbûye. Bê guman di Kurdan de jî ev cilên çandî cihek xwe yên pir girîng heye. Herêm bi herêm tê guhertin, her herêmekê şêweyên xwe hene. Dema dijmin dest bi qirkirinê dike di destpêkê de ziman û dîroka wî gelî tune dike. Piştî wê berê xwe dide çanda wê civakê. Di aliyê cil û bergan de ji çanda wê dur dixe û asîmle dike. Ji demên berê heta niha ev zexta dijmin li ser gelê Kurd didome. Li gund kesê nedikarî cilên Kurdî yên gelêrî li xwe bikin. Di esas de dijmin bi vê yekê civakê ji hebûna wê dûr dike. Çawa ziman qedexekirin heman şêweyî cilên gelêrî jî qedexekirin. Weke ku dewleta Tirk li ser Kurdên bakur yek al, yek netew, yek welat ferz dike. Tişta ku neyê axaftin winda dibe û tişta ku neyê dîtin winda dibe.”
Koçer di dewama axaftina xwe de diyar kir ku cilên gelêrî yên Kurdî dîroka Kurdane û wiha domand: “Cilên me yên gelêrî yên Kurdî dîroka me ye, divê em xwedî lê derbikevin, ev çand were berdewam kirin. Herwiha pêwîste ziman û çanda cilên kurdî ji hev cuda neyê destgirtin, ziman û çanda cilên gelêrî hev du temam dikin. Her du lingên esas yên çanda Kurdî ne.”
‘Gorî herêman cûda, lê bihev ve girêdayîne’
Ezîz Koçer heman demê de qala dewlemendiya cilên gelêrî yên Kurdî kir û got: “Cilên Kurdî li her herêmê bi hev ve girêdayî, ji hev du cudane. Taybet cil û bergda di devok de ji hev du cudane. Herêm herêm hatiye honandin. Herêma Colemêrg, Botan, Amed her wiha milê Anatoliya Navîn jî Kurdên li wir jiyan dikin cilên gelêrî li xwe dikin, cudane. Li Rojhilat, Bakur û Başûr ji hev cudane. Her herêmekê li gorî wê herêma tê de jiyan dike hatiye nexşandin û çêkirin. Ev jî di Kurdistanê de her cil û bergeke ku mirov bîne gel hev dibe dîrokek. Dema mirov lê dinêre di giştî de dema cilên Kurdî temaşe dikî dibe dîzayn û şêweyê xwe de cuda , lê di giştî de wekhevin. Mînak yê jinan kiras û fîstanin, yê xortan şal û şapik û elekin. Di rojên weke dawet şahî, festival, cejn û hwk.. din de cilên gelêrî yên Kurdî yên reng û reng jin û zilam li xwe dikin.”
Ezîz Koçer di nava axaftina xwe de ragihand ku çand hebun e û cilên gelêrî jî di nav de cih digire, lewra divê xwedî lê derbikevin û rojane li xwe bikin, dijmin wergirtina cilên gelêrî weke tiştek şerm be lêkiriye.
‘Kurdî rengek xweşe’
Koçer di dawiya axaftina xwe de got: “Li gorî şert û mercê wargehê dabînkirina qumaşê cilên gelêrî û pergalên din yên ku ji bo cilan tê bikaranin zehmet bi dest dikeve. Carna jî bidest nakeve. Lê qasî ku ji destê me tê em hewl didin ku ji bo şahiyan ji welatiyan re cilan amade bikin û vê çanda heyî nedin ji bîr kirin. Bang li gelê Kurd tevahî dikin ku cilên gelêrî yên Kurdî bibe cilên rojane û şêweyê jiyanê. Rengê Kurdî rengeke pir xweşe, ciwankariye. Bila her Kurdeke cilên xwe yên Kurdî li xwe bike û li çanda xwe vegere.”
0 Yorumlar