8. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî veguheriye çandeke giştî, bi vekirina pêşangehekê destpê kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, 8. Mihrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) destpê kir. Mihrîcan her dû salan carekê ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan tê lidarxistin. Îsal jî bi vekirina pêşangehê festîval hat destpêkirin.
Mîhrîcan di saet 08:30’an de li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi vekirina pêşangehê ya ku bi birîna kurdeleyê hat destpê kirin. beriya ku qurdele were birîn di kesayeta Şehîd Bêrîtan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê qurdele ji aliyê dayîka Şehîd Mardîn, Medîne Kara, hevjîna Şehîd Ebûzêd Pakîze Bayram û meta Şehîd Sara, Cemîle Urper ve hat birîn. Piştî birîna qurdeleyê, gel bi awayek girseyî serdana pêşangehê kirin. Salona pêşangehê bi wêne û tabloyên Rêbetî, şehîdan, jinên şoreşger, cil û bergên netewî, xaniyên kevin û hwd hatibûn xemilandin.
Wê pêşangeh heta êvarî vekirî bimîne. Di heman çarçoveyê de wê danê nîvro xwarinên gelêrî werin nîşandan û sibe jî wê festîval di demjimêr 13:00’an de bi awayek girseyî bi şahiyekê wer pîrozkirin.
0 Yorumlar