Li Wargeha Mexmûrê 8. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi kelecanekî mezin, bi nîşandana xwarinên gelêrî berdewam dike.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 8. Mihrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku di saet 08:30’ê sibehê de, li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi vekirina pêşangeha wêneyan destpê kiribû, bi kelecanekî mezin, bi pêşandana xwarinên gelêrî berdewam dike.
Xwarinên gelêrî, li salona konferansa wargehê, bi tevlîbûna sedan şêniyan û bi dehan cureyên xwarinên gelêrî hat pêşandan.
Dayîkên ku xwarinên Kurdewarî amadekiribûn, di şexsê Şehîd Bêrîtan de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr anîn û 8. Mîhrîcana Çand û Hunerê diyarî li Rêber Apo, şehîdên Zapê û tevahî şervanên azadiyê kirin.
Her wiha beşdarvanan jî 8. Mîhrîcan bi dil û can pîroz kirin û banga xwedî li nirxên Kurdewarî derketinê kirin.
Hêjayê gotinê ye Mihrîcan her dû salan carekê ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan tê lidarxistin, û sibe jî wê festîval di demjimêr 13:00’an de bi awayek girseyî bi şahiyekê wer pîrozkirin.
0 Yorumlar