Belgefîlma Hêza ya çîroka jinek Êzidî ya di fermana 2014’an de dikeve destê DAIŞ’ê û piştî ku ji destê DAIŞ’ê rizgar dibe têkoşîna wê ya azadiyê vedibêje, hat nîşandan.
Di çarçoveya 8. Mihrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan de, Belgefilma ‘Hêza’ ya ku serpêhatiya jineke têkoşer û fermandar ya Êzidî ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûye digire dest, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hat pêşandan. Belgefîlm li salona konfensa wargehê, bi tevlîbûna dehan şêniyên wargehê hate pêşandan.
Hêjayê gotinêye Belgefilma ‘Hêza’ ya serpêhatiya jina têkoşer a Êzidî vedibêje heta niha li gel xelata herî dawî ya Portekîzê bi giştî 7 xelatên navnetewî girtiye.
0 Yorumlar