Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku pêvajoya darbeya 12'ê Îlonê di şexsê AKP-MHP'ê de dewam dike û got, "Faşîzma AKP-MHP'ê sazîbûna 12'ê Îlonê ye."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk beşdarî
televîzyona Medya Haberê bû û bi wesîleya salvegera 43'an a cûntaya 12'ê Îlonê
axivî.
Cemal Şerîk anî ziman, di dema beriya 12'ê Îlonê de gava ku
Komara Tirkiyeyê ava bû, eşkere bû ku armanca daniye ber xwe nikare pêk bîne û
got, "Dewletê bi rêya faşîzma 12'ê Îlonê xwest netewe-dewletê bi sazî
bike."
Şerîk got, "Ya ku dihate xwestin bê afirandina
Tirkîtiya netewe dewletê bû. Vê Tirkîtiyê jî xwest bi qirkirina nasnameyên cuda
yên li erdnîgeriya Mezopotamyayê ava bike. Tirkîtiya qirkirinê bû. Dewleta Tirk
xwedî armanceke bi vî rengî bû û bi 12'ê Îlonê re xwest vê yekê pêk bîne."
Cemal Şerîk anî ziman ku temamkirina qirkirina li Kurdistanê
wê bibûya jiholêrakirina astengiya li pêşiya vê armancê û got, "Eger ev
pêk bihata, wê xeyalên avabûna Komara Tirkiyeyê jî bi cih bihata anîn. Wê netewe
dewleta Tirk bihata avakirin. Ya rast, berxwedana gerîla ya 1984'an kir ku ev
armanca dewleta Tirkiyeyê bi temamî têk biçe."
Cemal Şerîk destnîşan kir ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê ya sala
1984'an re her tiştên ku dixwestin bi qirkirinê, komkujiyan, sirgûnê bike, bi
pêngava gerîla re bi carekê pûç bûn, têk çûn û got, "Yanî pêngava gerîla
ya 1984'an bi dijberiya xwe ya li faşîzma 12'ê Îlonê hesabpirsîna kiryarên li
hemberî gelên Kurdistanî, Anatolî û Mezopotamyayê ye."
'JI BO 12'Ê ÎLONÊ BÊ FÊHMKIRIN, DIVÊ AKP BAŞ BÊ
FÊHMKIRIN'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku ji
bo fêhmkirina 12'ê Îlonê divê AKP baş bê fêhmkirin û got, "Lewma, li şûna
ku ew serdem û ev serdem berberî hev bê kirin, divê asta heyî ya faşîzma 12'ê
Îlonê rast bê nirxandin. Bûyerên ku îro diqewimin girîng e weke qonaxa heyî ya
12'ê Îlonê bê dîtin, li gorî wê yekê fikir û nirxandinek bê kirin û nêzîkatiyek
bê nîşandan.
Em dikarin vê yekê bibêjin: Di 12'ê Îlonê de li zindanan
êşkence hebû, mirov dihatin qetilkirin. Niha li zindanan êşkence nîne, komkujî
nîne? Nexêr, ji yên dema 12'ê Îlonê bêhtir bi rêk û pêk dewam dikin. Her roj ji
zindana darbest têne derxistin. Her roj nûçe dikevin rojevê ku nîşan didin, li
zindanan êşkence tê kirin. Wê demê Esat Oktay hebû. Niha yên mîna wî li
zindanan zêde bûne. Êrîşên li ser girtiyên şoreşger bi rêbazên faşîst û sadîst
dewam dikin. Her wiha li ser wan şêweyên nû yên êşkenceyê diceribînin.
Mirov nikare bibêje ku bûyerên di sala 1982'an de li
zindanan qewimîn, di sala 2022'an de li zindanan naqewime. Wê wextê girtiyên
şoreşger dihatin qetilkirin. Cenazeyên wan dihatin windakirin. Girtî hebûn ku
hatin îdamkirin. Mînak; şoreşgerekî bi navê Veysel Guney hate darvekirin. Ma
çêdibe ku cenazeyê kesekî hatiye darvekirin winda bibe? Yan jî cihê ku lê
hatiye veşartin neyê zanîn? Hate darvekirin, lê belê hîn jî cenazeyê wî nayê
dîtin. Bi heman rengî gelek cenaze hatin windakirin. Niha jî têne windakirin.
Mînak niha jî hin girtî hene ku dîl hatin girtin, lê belê dibêjin negirtine û
bi vî rengî hatine qetilkirin. Di salên 1990'î de jî bûyerên bi vî rengî hebûn.
Di dema 12'ê Îlonê de jî hebûn. Niha jî hene.
Her wiha êrîşên hovane yên li dijî cenazeyên girtiyên
şoreşger wê rojê jî hebûn, niha jî hene. Mînak sala 1973'an Îbrahîm Kaypakkaya
piştî ku bi êşkenceyê hate qetilkirin, bang li bavê wî kirin û bavê wî neçar ma
ku cenazeyê wî li Amedê bi erebeyeke destan heta xerajê bibe. Ev bûyer di
pêvajoya 12'ê Adarê de qewimî, lê belê mînakên bi heman rengî di 12'ê Îlonê de
jî hebûn. Gelo niha rewş ji vê girantir nîne? Beriya çend rojan cenazeyê Hakan
Arslan di hundirê qutiyê de radestî bavê wî kirin. Yên ku îro têne kirin hîn
bêhtir bi rêk û pêk in. Civakê hînî vê dikin. Beriya ku cenazeyê hevalê Hakan
Arslan di hundirê qutiyê de radest bike, cenaeyê hevalê Egît di hundirê qutiyê
de bi kargoyê ji malbata wî re şandin. Her wiha cenazeyên hevrêyên li şehîdgeha
Garzanî destpêkê revandin, piştre gotin winda bûne, dûre jî di hundirê qutiyên
plastîk de li kêleka rêya li Goristana Îlyosê li cihê kanalîzasyonê hatin binaxkirin."
'FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê SAZÎBÛNA 12'Ê ÎLONÊ YE'
Cemal Şerîk diyar kir, kiryarên vê demê bi rêk û pêk têne
kirin û wiha dewam kir, "Lewma faşîzma AKP-MHP'ê sazîbûna 12'ê Îlonê ye.
Faşîzma AKP'ê tê wê wateyê ku senteza Tirk-Îslamê di şexsê Erdogan-Bahçelî de
bicihkirina li ser hîmên bingehîn ên desthilatdariyê ye. 12'ê Îlonê di vê
serdemê de faşîzma AKP-MHP'ê ye. Îdeolojiya 12'ê Îlonê îro îdeolojiya faşîzma
AKP-MHP'ê ye. Şerê ku 12'ê Îlonê li dijî civakê da destpêkirin, şerê faşîzma
AKP-MHP'ê ye. Şêweyê ku hewl da bide civakê, qirkirina ku xwest bike, heman
kiryarên niha yên faşîzma AKP-MHP'ê yên li ser civakê ne. Lewma divê mirov
şêweyê heyî yê 12'ê Îlonê rast fêhm bike. Eger ev rast neyê fêhmkirin, têkoşîna
li dijî wê jî bi rengekî rast nikare bê meşandin. Çawa ku pêngava gerîla ya
1984'an derb li 12'ê Îlonê xist, ya ku niha li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bê kirin
jî heman tişt e."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir
ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê divê têkoşîn bê xurtkirin û got, "Gava ku ev
hate kirin hingî wê berxwedana li dijî faşîzma 12'ê Îlonê bi ser bikeve. Çawa
ku 12'ê Îlonê bi xwe weke sedema têkoşîn, berxwedan û şer hatibe qebûlkirin,
têkoşîn, berxwedan û şerê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê jî dewama 12'ê Îlonê ye, wê
bibe bersiva herî bi wate ya li dijî 12'ê Îlonê."
0 Yorumlar