Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo piştgiriya bi Kampa
Penaberan a Mexmûrê pêşbirkên sporê yên Boks, Mûay Thaî û K1 hatin lidarxistin.
Saziya bi navê THIRTYSIX FIGHTS ku piştevaniyê ji sporên
lêdanê re dike, ji bo Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dest bi
kampanya alîkariyê kir, ku kamp di bin êrîşên dewleta Tirk, zexta PDK û dewleta
Iraqê de ye.
Di vê çarçoveyê de pêşbirkên ji beşên cuda yên sporê hatin
lidarxistin. Di pêşbirka destpêkê de ji branşên Boks, Mûay Thaî û K1'ê ji bo sala
10'an a Şoreşa Rojava 10 lîstik hatin lidarxistin.
Di çalakiyê de nûnerên Civaka Azad, Komeleya Hêvî, Aştî û
Edalet ji bo Kurdistanê û Însiyatîfa Bêçekkirina Rheînmetallê axivîn.
Li ser navê Civaka Azad, Renas Efrin axivî û bal kişand ser
êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê.
Rênas Efrîn got. “Berê Kurdan digot çiya dostên me ne. Lê niha dema em vê
salonê dinêrin, em dibînin ku ne tenê çiya ne. Dema em li Enternasyonalîstên di
berxwedana Rojava de dinêrin, dibînin ku ne tenê çiya ne. Em dixwazin şer bi
dawî bibin. Lê divê em realîst bin. Dewleta Tirk axa me dagir dike û ev şer wê
yekser neqede. Lê eger ku ev şer dewam bike bila bi awayekî biadalet û egîdane
pêk were. Dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kimyewî bi kar tîne. Ya em ji we
dixwazin ev e ku li dijî vê derbikevin.”
Di axaftinên li ser navê Komeleya Hêvî, Aştî û Edalet ji bo
Kurdistanê de jî îşaret bi dîroka wargeha penaberan a Mexmûrê û êrîşên dewleta
Tirk ên li ser Mexmûrê kir.
Di çalakiyê de ji bo piştgiriya Mexmûrê stand hate vekirin.
0 Yorumlar