Ticker

10/recent/ticker-posts

Balafira Tirk wesayîteke YBŞ’ê li ber baregeha artêşa Iraq’ê bombe kir

Balafireke biçek û bêmirov ya dewleta Tirk li ber baregeha artêşa Iraqê ya gundê Behreva ya Xanesorê bombe li wesayîteke YBŞ’ê barand.

Îro balafireke sîxûrî ya Tirk li gundê Behreva ya ser bi navçeya Xanesorê ya Şengalê bombe li wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) barand.

Weke ji wêne jî diyar dibe, artêşa Iraqê hatiye cihê bûyerê û wesayîta bûye hedef rakirine.

Têkildarî zirer û ziyanan hîn ti agahî bidest neketine. Lê li gorî gahiyên peyamnêrê me dibe di saetên pêş de fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrîşa artêşa Tirk a dijî hêzên wan daxuyaniyeke nivîskî bide.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar