Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîd Mardîn Penaber li Mexmûrê hate bîranîn

Gerîlaya YJA-Star’ê Mardîn Penaber ya tevî 4 hevalên xwe li Girê Hekkarî di encama bikaranîna gaza kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve şehîdbû li Mexmûrê ji aliyê malbat û şêniyên wargehê ve bi awayeke girseyî hate bîranîn. Di bîranînê de malbat diyar kir bi keça xwe serbilindin û wan keça xwe diyarî têkoşîna azadiyê kiriye.


Li Wargaha Penaberan a Mexmûrê, gerîlaya YJA-STAR Mardîn Penaber (Beybûn Kara) ku di 4’ê Tîrmeha 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê li gel 4 rêhevalên xwe di encama êrişên çekên kîmyayî de gihiştibûn şahadetê bi merasîmekê hat bîranîn.

Merasîm bi beşdarbûna sedan şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpêkir.

Piştî rêzgirtinê nasnameya şehîd hate xwendin û paşê jî li ser navê gelê wargehê Endama  Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen axivî.

Bîlen di kesayeta Şehîd Mardîn Penaber de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîranî û diyar kir ewê li pey doza şehîd Mardîn biçin û asta têkoşînê bilind bikin.

Li ser navê malbata şehîd Mardîn Penaber Medîne û Cemîl Kara axivîn û gotin: “Em bi keça xwe ser bilindin, emê heta dawî li pey doz û armancên şehîd biçin. Serê gelê Kurd û Rêber Apo saxbe. Mardîn ne tenê keça me bû, keça we tevanbû. Me keça xwe diyariyê Rêbertî û têkoşîna azadiya Kurdistanê kiribû.”

Merasîm bi bilind kirina tililiyên dayîkan û dirûşmên, “‘Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo’ û ‘Bimire xiyanet’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar